Rejîm û Rûsya topbarana li ser Idlibê zêde dikin

Hêzên rejîmê û Rûsya topbarana li ser gundewarên Idlibê zêde kir. Di nava 100 saetên dawî de nêzî hezar û 650 derbeyên hewayî û bejahî ku praniya wan Ii ser Meret El-Naman bû, pêk hat.

Rejîm û Rûsya topbarana li ser Idlibê zêde dikin
21 kanûn, 2019   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku operasyona leşkerî ya hêzên rejîmê li gundewarên Idlibê bi destekdayîna Rûsyayê, didome.

Balafirên Rûsya û rejîmê derbeyên hewayî li ser gundewarên rojhilat, başûr û başûr rojhilatê zêde kir. Her wiha hêzên rejîmê di aliyê bejahî de êrişên xwe dijwar kir. Ev hemû di dema ku êrişên li ser herêmên başûr rojhilatê Idlibê ji duh ve didomin, pêk hat.

Li gorî navendê ku di nava 100 saetên dawî derbasbûyî de topbaran û bombebaran li ser tevahî gundewarên rojhilatê Meret El-Naman a parêzgeha Idlibê, pêk hat. Bi sedan bermîlên teqemenî, moşek û top hatin avêtin. Helîkopterên rejîmê 187 bermîlên teqemenî avêt. Balafirên şer ên rejîmê 134 caran bombebaran kir, balafirên garanetor Rûsya herî kêm 113 caran bombebaran pêk anî her wiha hêzên rejîmê zêdeyî hezar û 200 top û moşek avêtin herêmê.

Navenda Çavdêriyê tekez kir ku ji destpêka êrişên bejahî ji duh ve dest pê kiriye, hêzên rejîmê herî kêm serweriya xwe li ser 10 gundên başûr rojhilatê Idlibê, ferz kir. Gundên ketine bin serweriya hêzên rejîmê de ev in: Um Celal, Um El-Tiwîne, El-Xerîbe, El-Rebîa, El-Şara, Bernan, Sehal, El-Ferce, Ebû Hebê û El-Refe.

Hêzên rejîmê û Rûsya beriya du rojan dest bi pêngaveke nû ji topbaranê kir. Ev yek piştî hêzên rejîmê ragihand ku ewê dest bi şerê mezin ê Idlibê bike, pêk hat.

(bx)