Li Silêmaniyê 4`emîn kongreya YNK'ê destpê kir

Li Silêmaniyê bi beşdarbûna hezar delegeyan 4. kongeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) destpê kir.

Li Silêmaniyê 4`emîn kongreya YNK'ê destpê kir
21 kanûn, 2019   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hola Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyê di saet 11.00'an de bi beşdarbûna hezar delegeyan 4. kongeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) destpê kir. Heta niha nezelal e wê çend rojan berdewam bike.

YNK`ê  di 1'ê Gulana 1975'an de hatiye damezirandin û heta niha 3 kongre lidar xistiye. Kongreya dawî di sala 2010'an de lidar xistin. Ev kongreya 4'emîne tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku tenê medya ser bi YNK'ê dikare kongreyê bişopîne.