​​​​​​​Trump qanûna"Kayser"  ya li dijî rejîma Sûriyê îmze kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh qanûna"Kayser" a parastina sivîlên li Sûriyê ya 2019’an îmze kir.

​​​​​​​Trump qanûna"Kayser"  ya li dijî rejîma Sûriyê îmze kir
21 kanûn, 2019   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN


Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê wiha bergirî wesif kir: "Ev pêngaveke girîng e ku lêpirsîna li ser binpêkirinên hovane ku Beşar El-Esed û rejîma wî li Sûriyê pêk anîn, bê geşkirin."

Naveroka qanûnê wiha; Ceza li ser hem rejîma Sûriyê, hem kesên piştgiriya wê dikin, ferz kir. Ji wê zêdetir jî li ser aliyên Sûriyê û navdewletî ku sûc pêk anîne û alîgirên wan di wan sûcan de bûn jî, ceza hatin ferzkirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê, qanûn bi armanca mehrûmkirina rejîma Sûriyê ji dahatûyên darayî ku ji bo pêkanîna hemleya tundî û wêrankirinê ku bûye sedema kuştina bi hezaran sivîl bi kar tîne, pêk hat. Ev jî nîşaneyeke eşkere ku bi armanca divê tu aliyên derve beşdarî xebatên bi rejîmê re yan jî xebatên bi hedefa dewlemendiya wê re nebin.

Navlêkirina qanûna"Kayser" li gor wênekêşê berê yê di hêzên rejîmê de ku bi hezaran wêneyên ku îşkence û kuştina girtiyên di girtîgehên rejîma Sûriyê de wergirtine û belge kirine û derxistine derveyî Sûriyê ye.

(fr)