‘Mirov nizane çarenûsa mirov di destên çeteyan de çi ye?’

Yadê Zehra El-Casim serpêhatiya xwe wiha got: “Min dixwest li mala xwe vegerim, lê çete hîn jî binpêkirinan pêk tînin û mirov nizane çarenûsa mirov di nava çeteyan çi ye.”

‘Mirov nizane çarenûsa mirov di destên çeteyan de çi ye?’
‘Mirov nizane çarenûsa mirov di destên çeteyan de çi ye?’
‘Mirov nizane çarenûsa mirov di destên çeteyan de çi ye?’
‘Mirov nizane çarenûsa mirov di destên çeteyan de çi ye?’
‘Mirov nizane çarenûsa mirov di destên çeteyan de çi ye?’
21 kanûn, 2019   10:37
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne û di encamê de bêhtirî 478 sivîl qetilkiriye, di nav wan jin û zarok jî hebûn, her wiha hezar û 70 kesên din jî birîndar bûn û 300 hezar sivîl ji gund û bajarên xwe derketin.

Li gel ku çeteyên bi navê"Artêşa Wetenî ya Sûrî" yên girêdayî artêşa Tirk li dijî sivîlan bi dehan komkujî pêk anîn û hêj wekî binpêkinên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra pêk tînin.

Piştî artêşa Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir û hin malbatên koçberbûne hewla vegera li malên xwe kirin, lê çi bibînin, wan û milkên wan wêranbûye, çeteyan malbatên xwe li malên wan bicihkirine yan jî kesên Tirkiyê wan ji herêmên dagirkirî yan jî herêmên wekî Idlib û Cerabulsê anîne û wan bicihkiriye.

Yadê Zehra El-Casim koçberk ji Serêkaniyê ye(80)ye, niha tevî malbata xwe li dibistaneke bajarê Hesekê bi cih bûye, yadê azara nexweşiya di çavên xwe dikişîne û zehmetiya derbarê û kel û pelên germkirinê dibîne.

Piştî yadê Zehra koçî bajarê Hesekê bû, biryara vegera li mala xwe da, lê belê ji ber sûcdariyên çeteyan ew nikare li mala xwe bi aramî bimîne.

Yadê Zehra wiha çîroka koçbertiya xwe dibêje, rewş li dibistanê zor e û ez nikarim li vir bimînim, min xwest ez li mala xwe vegerim, lê dema ez çûm ez zêde nemam, ji ber çeteyên Tirkiyê li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tînin û kes nizane ka çarenûsa mirov li ser destên çeteyan çi ye?

Yadê Zehra bal kişand ser ku dema ew li Serêkaniyê bû, nan peyda nedibû û ji ber mazot tune bû şêniyan qurmên daran jêdikirin û xwe pê germ dikirin.

Yadê Zehra Casim destnîşan kir, ku madam çete li Serêkaniyê ne ez ê li dibistanê bimînim.

Di dawiya de yadê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bike.Her wiha wekî bi hezaran koçberan banga vegera li mala xwe û derxistina çeteyan ji warên xwe kir.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PMx_a15c9JA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>