Pira Wawiyê ya başûrê herêma Cizîrê tê sererastkirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê dest bi sererastkirina pira Wawiyê ya aliyê rojhilatê navçeyê kir.

Pira Wawiyê ya başûrê herêma Cizîrê tê sererastkirin
Pira Wawiyê ya başûrê herêma Cizîrê tê sererastkirin
Pira Wawiyê ya başûrê herêma Cizîrê tê sererastkirin
20 kanûn, 2019   10:26
QAMIŞLO

Pira Wawiyê dikeve ser rêya Til Hemîsê û Teymaa, li gel ku girîngtirîn pira li herêmên başûrê Cizîrê ye.

Pira Wawiyê ya li geliyê Cerahî hatiye avakirin û dikeve ser rêya navçeya Til Hemîsê û Teymaa, taybetmendiya pira Wawiyê ku ji girîngtirîn pirên herêmên başûrê herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bejahiya navçeya Til Hemîsê bi navçeyên Tilkoçer. Holê û heta bi bajarê Qamişlo bi hev  ve girê dide.

Ji ber barana par dijwar bû, aliyê rojhilatî pira Wawiyê ket xwarê, di vê derbarê de hevserokê şaredariya gel ê navçeya Til Hemîsê Abdullhemîd El-Hadî sedemên derengxistina sererastkirina pirê anî ziman û wiha got, hem ji ber sendîkeya şaredariya gel kêm bû û hem jî ber êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bû.

Abdulhadî diyar kir ku şaredariya gel a navçeya Til Hemîsê gilînameyek radestî Desteya Rêveberiya Herêmê û Şaredariyan a herêma Cizîrê kirin, piştî komîteya şopandinê rewşa pirê kontrol kir. Desteya Şaredariyê lêçûna sererastkirina projeyê dan û dest bi kar kirin.Li ser vî esasî berfirehiya pirê 2 metre û bilindbûna wê jî metrek û masûreyên pirê jî 12 metre ye, da ku aliyên pira rojhilat ji hilweşandinê biparêze.

(eh)

ANHA