Rûsya ji ber derbaskirina leşkerên Tirk ji Lîbyayê re bi fikar e

Rûsyayê ragihand ku der barê çûna leşkerên dewleta Tirk a li Lîbyayê de bi fikar e û piştrast kir ku destwerdana derve li Lîbyayê dê rewşa li welat girêktir bike.

Rûsya ji ber derbaskirina leşkerên Tirk ji Lîbyayê re bi fikar e
20 kanûn, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro daxuyand ku destwerdana derve li Lîbyayê, ji bilî girêkkirina rewşa li welat, ne pêkan e.

Çavkanî diyar kir ku derfetên çûna leşkerên Tirk a Lîbyayê, cihê metirsiya Rûsyayê ye û got ev pêngav dê bi xwe re bertekan ji dewletên cîran bîne û "dê bibe cihê gelek pirsan."

Çapemeniya Lîbyayê duh diyar kir ku hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Sîrac di civîna xwe ya dawî de biryara daxwaza piştevaniya lojîstîk û pîşeyî ji dewleta Tirk da.

Peymana ku di navbera dewleta Tirk û hikumeta El-Sîrac de hatiye îmzekirin, hêrseke herêmî û navdewletî ava kir û meclisa Lîbyayê El-Sîrac bi xiyaneta mezin bi nav kir.

(fr)