Şêniyên Idlibê berê xwe didin Bab El-Hewa da ku dewleta Tirk şermezar bikin

Bi sedan şêniyên bajarokê Sermeda û gundewarên wê vê sibehê berê xwe da Bab El-Hewa da ku meşeke şermezarkirinê li dijî "garantorê" dewleta Tirk di nava asta bilindbûna şerê leşkerî ji hêla Rûsya û rejîma Sûriyê ve ya pêkanîna şerê mezin li Idlibê de, li dar bixin.

Şêniyên Idlibê berê xwe didin Bab El-Hewa da ku dewleta Tirk şermezar bikin
20 kanûn, 2019   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser torên civakî dîmenên bi sedan xwepêşandêran li hundirê Sermeda ku berê xwe didin Dergeha Bab El-Hewa, hatin belavkirin.

Di dîmenan de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk diyar dibin. Her wiha jî yek ji xwepêşandêran wiha dibêje: "Meş ji bo vegerandina rûmeta wan a hatiye standin ji garantora dewleta Tirk e". Ew jî îşaret bi paşguhkirina Tirkiyê û dayîna şewqa kesk a Rûsya û rejîmê ji bo êrişa li ser Idlibê wek girêbesteke nû di navbera her du aliyan de ye."

Hêzên rejîmê bi piştevaniya asîmanî ya balafirên Rûsyayê hemleyeke leşkerî ya nû da ku herêmên dîtir ji Idlibê dest pê kir. Ji şeva berê ve gelek derbeyên asîmanî û topan li gel tevgera bejahî li gelek cihên ji bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê pêk hatin. Bi wê re jî serwerî li gelek nuqteyên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, hate kirin.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cGdeDznMmSU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>