Şêniyên Tirbespiyê Cejna Êzî pîroz kir

Şêniyên Tirbespiyê yên êzidî Cejna Rojiya Mezin ji bo piştgiriya koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê bi pêkanîna rê û resmên olî pîroz kir.

Şêniyên Tirbespiyê Cejna Êzî pîroz kir
Şêniyên Tirbespiyê Cejna Êzî pîroz kir
20 kanûn, 2019   11:41
QAMIŞLO

Piştî 3 rojan rojiyê civaka êzidî îro Cejna Êzî (Cejna Rojiya Mezin) pîroz dike. Vê cejnê wateya xwe li gel civaka êzidî pir pîroz e.

Êzidiyên Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê cejna xwe bi pêkanîna rê û resemên ola xwe pîroz kir. Hemû şêwazên pîrozkirina cejnê piştî ku Mala Êzidiyan roja pêncşemê daxuyaniyek da û ji bo piştgiriya koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî qedexe kir.  

ANHA