"Dewleta Tirk İdlib'ê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne"

Rêveberê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Cizîrê da zanîn ku Idlib vegerî kaniya koçberiyê û dewleta tirk jî vê herêmê ji bo ajandeyên xwe bi kar tîne.

"Dewleta Tirk İdlib'ê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne"
"Dewleta Tirk İdlib'ê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne"
"Dewleta Tirk İdlib'ê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne"
"Dewleta Tirk İdlib'ê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne"
"Dewleta Tirk İdlib'ê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne"
20 kanûn, 2019   11:38
HESEKÊ

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê foruma diyalogê bi sernavê "Koçberî û Koçberiya Bizorê" li buroya xwe ya li navçeya Şedadê bi beşdariya bi dehan endamên partî û şêniyên bajêr li dar xist.

Forumê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêveberê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya kantona Cizîrê Ehmed El-Eseed rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê nirxand. Her wiha jî bûyerên ku di ser gelê Sûriyê bi tevahî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybet, ji merheleyên koçberiya bizorê ya li ser şêniyên herêmê re derbas bûne û bandorên şer ên mezin li ser jin û zarokan jî şîrove kirin.

El-Eseed diyar kir ku komên çete, Idlib vegerand kaniya koçberiyê ji herêmên başûr û hundirê Sûriyê ku bi wê re jî bûn alav di destê dewleta Tirk û ajandeyên wê li herêmê de ku wek rêbazeke pêkanîna armancên xwe li Sûriyê, bi kar tîne.

El-Eseed bal kişand ser ku rewşa koçberiya bizorê hê jî li gel paşguhkirina dewletên cîhanê li ser kiryarên dewleta Tirk, berdewam e.

El-Eseed got tişta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji komkujî û binpêkirinan pêk tîne, bi hedefa koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina çeteyan li şûna wan e û her wiha jî da ku demografiya herêmê biguherin.

Rêvebera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hindirîn Sîno li gel ajansa me ANHA’yê wiha anî ziman: "Koçberkirina ku çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dianîn, siyaseteke bimetod a piştevaniya Tirkiyê bû. Ew jî dema ku dewleta Tirk êriş bi nav û ala nû pêk anî eşkere bû, lê belê hedef heman e."

Hindirîn Sîno piştrast ku li Sûriyê mozaîk û hevsengiyeke hevgirtî di nava pêkhateyên gel de heye û wiha domand: "Dê ev jî rûyê rastîn ê Sûriyê vegerîne û dê alîkariya vegerandina koçberan a warên wan bike."

Forum bi pêşandana belgefîlmeke li ser jiyana siyasetmedar Hevrîn Xelef û xebata wê ji destpêka damezirandina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ve heta kêliya şehîdbûna wê bi destê çeteyên Tirkiyê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA