Hêzên rejîmê gelek gundên Idlibê xistin bin serweriya xwe

Hêzên rejîmê di aliyê meydanî de li gundewarên Idlibê bi pêş ve çûn û gelek gund û deverên nû xistin bin serweriya xwe.

Hêzên rejîmê gelek gundên Idlibê xistin bin serweriya xwe
20 kanûn, 2019   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şerê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de didome. Hêzên rejîmê êrişî eniyên gundewarên rojhilat û başûrê rojhilat kir, her wiha di aliyê bejahî û asîmanî de destek ji topbaran û bombebaranê girt.

Navendê ragihand ku hêzên rejîmê pêşveçûnên nû bi dest xistin; Um Celal, Um El-Tiwêne, El-Rebîa, El-Şara û deverin din li herêmê di kêmî 12 saetan de xistin bin serweriya xwe.

Girêdayî mijarê SOHR’ê destnîşan kir ku hêzên rejîmê moşek ber bi nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li gundê Mereta El-Nûman ve avêtin. Tu agahî der bare ziyanan de heta niha bi dest neketine.

Hêzên rejîmê duh di saetên sibê de dest bi pêngaveke nû ji topbarana di aliyê bejahî û asîmanî de li ser gundewarên Idlibê kir û gelek alîkariyên leşkerî anîn herêmê.

(bx)