Li navçeya Amûdê forumek li ser Cenja Êzî

Buroya Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê forumeke diyalogê li ser Cejna Êzî li Navenda Aso ya Şêwr û Lêkolînên Stratejik a bajarê Amûdê, li dar xist.

Li navçeya Amûdê forumek li ser Cenja Êzî
Li navçeya Amûdê forumek li ser Cenja Êzî
Li navçeya Amûdê forumek li ser Cenja Êzî
18 kanûn, 2019   14:36
QAMIŞLO

Duh roja yekemîn a Rojiya Êzî ya civaka Êzîdî bû, da ku piştî bi 3’ê rojana bi Cejna Êzî ya "Cejna rojiya Mexin" ku dikeve 20’ê Kanûna vê mehê, pîroz bikin.

Bi diruşma"Lêborîna di navbera olan, biratiya bawermendiyê û hezkirina nava olan de" Buroya Kar û Barên Ol û Baweriyan a Navenda Aso ya Şêwr û Lêkolînên Stratejîk li bajarê Amûdê, forumeke diyalogê organîze kir.

Birêvebirina forumê ji hêla hevserokê Saziya Olê ya bajarê Qamişlo birêz Elî Resûl, bi navê ola Xiristiyan Cozêf Lehdo û bi navê Fêrbûna ola Êzîdî Nesîm Şemo,

Beriya destpêkirina forumê, deqeyeke rêz hat girtin û piştre rêveberê Fêrbûna Ola Êzîdî Nesîm Şemo axivî.

Nesîm Şemo wateya peyva(Êzî) şîrove kir ku dema yek dibêje ez Êzî me, anku baweriya min bi xwedê û Melekê Tawûs heye. Di ola me de gelek cejn hene jê jî cejna Êzî ya ku îro pêk tê û ji erka me ye ku 3 rojan bê navber rojiyê bigirin.

Şemo îşaret pê kir ku dema ku Êzîdî be, divê ku tu li ser rêya xêr, fikra baş bimeşe û zirarê bi kesî neke. Her wiha destnîşan kir ku cilên spî yên ku li xwe dikin, nîşaneya xêr, bereket, xebata baş û aştiyê ne.

Li aliyekî din jî Nesîm li ser hêmanên ola Êzîdiyê axivî, weke lava, şehadet, qelenga li Lalişa pîroz, rojî, kevneşopî. Dijmin her tim hewl dida ola me qir bike, lê me dev ji ola xwe berneda.

Seyid Elî Resûl got ku bawerî û bawermendiya bi xwedê li ser tevahiyan maf e. Xwedê dema ku gerdûn ava kiriye, em ji tevahî zîndiyan cudatir kir. Mirov bi nirx e. Divê mirov di başbûn û adaletê de bixebite û xwe li ser tu kesî ferz neke. Dûrî kuştinê be û heke yekî kesek kuşt, mîna tevahî mirovahiyê dikuje ye. Ev jî li gel komên tundrew li herêmên me bi hinceta ola Îslamê, eşkere ye.

Bi navê pêkhateya Xiristiyan jî Cozêf Lehdo li ser mijara lêborîna ol, biratiya di bawerî û hezkirinê de axivî û wiha got: "Lêborîna olî, mecaleke fireh e anku divê her kes bi hev du itîraf bike, çi ol an bawerî li ku derê cîhanê dibe bila bibe. Divê beşdarî tevahî boneyên olî, cejn û kevneşopiyan bibin."

Lehdo wiha lê zêde kir: "Divê mirov di jiyana xwe de mafê pêk bîne. Bi wê re jî dê bigihîne asta herî bilind a jiyanê. Divê di çi dozekê de dibe bila bibe, adil be. Her olek,dostanî, dilobanî û mafê fêr dike."

Piştî axaftinan, nîqaş di navbera beşdaran li ser derketina terorê di Îslamê de ya ku ji hêla komên tundrew ji dema dewleta Osmanî ve pêk hatiye, çêbû. Ya girîng jî çandeke cud di navbera civakan de pêk anî û li nav civaka Rojhilata Navîn belav kir. Bi wê re jî nefret û kîn ava kir.

Li dawiyê nîqaş hat kirin ku divê wek van foruman pêk were da ku têkiliyên olî bi hêz bibin ku bigihînin yekitiyê.

(fr)

ANHA