​​​​​​​Hiqûqnas: Divê aliyên navneteweyî der heqê sûcdarên qirkirina etnîkî de biryara pêwîst bidin

Hiqûqnasan bal kişand ser girîngiya lidarketina komxebata NRLS’ê ji bo eşekerekirina sûcên li dijî pêkhateyên herêmê û diyar kir ku divê aliyên navneteweyî der heqê sûcdarên qirkirina etnîk de biryara pêwîst bidin.

​​​​​​​Hiqûqnas: Divê aliyên navneteweyî der heqê sûcdarên qirkirina etnîkî de biryara pêwîst bidin
18 kanûn, 2019   13:55
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi navê ‘Qirkirina nîjadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li navçeya Rimêlanê, komxebatek pêk anî. 115 nûnerên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pispor, akademîsyenên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî, her wiha nûnerên gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî, beşdarî komxebatê bûne.

Komxebat li Navenda Arma Tîgran dewam dikin. Der barê girîngiya lidarxistina komxebatê de, ajansa me ANHA`yê hevpeyvîn bi aktîvîstên mafan ên beşdarên koxebatê re çêkir.

Lêkolînerê hiqûqî Ebdelrehman Betran got Tirkiye ji destpêka tevgera gel ve li Sûriyê sala 2011`an hewl da ku dijberan bikişîne aliyê xwe, her wiha li gorî berjewndiyên xwe berê tevgera wan guhert. Doza koçberên Sûriyê jî ji bo armancên xwe yên siyasî, bi kar anî û ji bo astengkirina çareseriya ku ne li gorî berjewendiyên wê bû, beşdarî civîn û kongreyên navneteweyî bû.

Betran destnîşan kir ku ji bo dewleta Tirk armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne, destwerdan bi awayekî rasterast di Sûriyê de kir û bajarên Cerablus, Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin.

Der barê girîngiya lidarxistina vê komxebatê de Betran wiha destnîşan kir: "Ji bo ku siyaseta çeteyên ku hevkariya dewleta Tirk kirine were eşkerekirin û bipêkirinên wan ji rêxistin û aliyên navneteweyî re werin rakirin ji bo ku biryara pêwîst der barê van sûcdaran de bigirin, ev komxebat xwedî girîngiyeke mezin e."

Hiqûqnas Mihemed Elî Abo diyar kir ku pêşniyarên di vê komxebatê de hatine kirin, erênî bûn. Beşdaran rêzeqirkirinên etnîk û guhertina demografîk ku di dîrokê de dewleta Osmanî pêk anîne, bi bîr xistin.

Abo bi domdarî wiha got: "Dema ku sîstemeke zordar ku gihîştiye hilweşînê hebe, qirkirinên komî pêk tên. Di dema desthilata wan sîsteman de, qirkirinên komî û siyaseta guhertina demografîk li dijî gelan tên kirin. Ji bo ku nikaribin careke din serê xwe rakin."

Di dawiya axaftina xwe de Abo diyar kir ku cîhan berpirsyariya qanûnî û mirovî ya guhertina demografîk û qirkirina etnîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, radike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uMwtOliwpc0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>