Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi hevkariya Navena Çand û Hunerê ya Reqayê şahiyek hunerî ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê orgenîze kirin. Yekitiya Ajokaran a Reqayê û rêxistinên civaka sivîl êrişên artêşaTirk a dagirker şermezar kirin û banga derketina dagirkeriyê û vegera koçberan ji warên xwe re kirin.

Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
Li Tebqayê şahî lidar ket û li Reqayê daxuyanî hate dayîn
18 kanûn, 2019   14:45
TEBQA-REQA

Şahî li hola Navenda Çandî ya Tebqayê lidar ket. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê tevî bi dehan saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Tebqayê û şêniyên bajêr beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Bêrîvan Dodix axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Paşê Koma Weter a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê gelek stran vegotin. Komê bi rêya stranên xwe şehîd Hevrîn Xelef bibîr anî û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk û şehîdan  silav kir.

Li Reqayê jî ajokar li Buroya Veguhestina Kelûpelan li rojavayê çarxerêya Depoyan li bakurê bajarê Reqayê kom bûn û bi rêya daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî û Camîa El-Erebiyê kirin rê li pêşiya êrişên Tirkiyê yên domdar li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên wê li dijî gelên wê û koçberkirina komî bigirin.

Endamê Yekitiya Ajokaran Ridwan Ehmed El-Abdullah daxuyanî xwend.

Daxuyanî ronahî berda ser siyaseta Tirkiyê li herêmên dagirkirî, guhertina demografiya wan herêman, derxistina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Turkmen û alîgirên Tirkiyê li şûna wan.

Her wiha têkiliya xurt di navber rêxistina DAIŞ`ê û komên din de bi Tirkiyê re hate destnîşankirin. Ev tişt di bikaranîna Tirkiyê çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di êrişn xwe de li ser Sûriyê îsbat dibe. Ji aliyekî din ve êdî Tirkiyê li ber çavên cîhanê bûye hemêzekera bermahiyên DAIŞ`ê. Îsbata wê jî kuştina lîderê DAIŞ`ê li herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine.

 (şx)

ANHA