Danişîna yekemîn a komxebata NRLS’ê bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina sedemên sûcên qirkirinê

Beşdaran di danişîna yekemîn a komxebata "Qirkirina nîjadî û guhartina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" de piştrast kir ku dewleta Tirk li gorî metoda Împaratoriya Osmanî ya qirkirina gelên li herêmê dimeşe û bang li aktîfkirina qanûnên navdewletî yên der barê sûcên qirkirinê û çareserkirina sedemên wê de kir.

Danişîna yekemîn a komxebata NRLS’ê bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina sedemên sûcên qirkirinê
Danişîna yekemîn a komxebata NRLS’ê bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina sedemên sûcên qirkirinê
Danişîna yekemîn a komxebata NRLS’ê bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina sedemên sûcên qirkirinê
18 kanûn, 2019   12:30
QAMIŞLO

Komxebata "Qirkirina nîjadî û guhartina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) xebatên xwe li gorî bernameya lidarxistina danişîna (rûniştin) yekemîn û mijara wê ya "Kiriyarên qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya hedefgirtina şêniyên herêmê û azarên ku di dîrokê de kişandine" didomîne. Hiqûqnas û nivîskar Nayêf Cebîro bi rê ve dibe û li ser 3 semîneran e.

Semînera yekemîn, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm da û mijar li ser kiryarên qirkirina etnîk bû ya ku gelên Suryan, Aşûr û Keldan ji beriya sed salan ve li ser destê dewleta Osmanî û mîrateya wê ya Tirkiyê, tê re derbas bûne.

Bersûm diyar kir ku fikra şovenîzm bi tevgera Tirkiyê ya El-Fetat re ya ku koka damezirandina wê heta 1988’an diçe, dest pê kir. Kiryarên qirkirinê, bûn sedema qetilkirina milyon û nîv Ermenan û her wiha jî xaka wan desteser kir, ji Ermenistanê qut kir. Li aliyekî din jî 700 hezar Suryanî kuştin, dest danîn ser xak û milkên wan ji Urmiyê heta bi sînorê Îranê û ber bi Lîwa Îskenderon a rojhilatê Deryaya Spî. Her wiha jî nêzî 300 hezar ji Yewnanistan û Pontosê kuştin.

Bersûm îşaret pê kir ku hê jî bi rêya neqebûlkirina nasnameya Suryanî, fişar û înkarkirina mafên gelê Suryan li Tirkiyê berdewam e, destdirêjî li milkên wan tê kirin û hin têgehên heqaretê li gelê Suryan wek peyva "gawir" anku kafir, tên bikaranîn.

Bersûm wiha axivî: "Hikumeta Erdogan îro di vê metodê de da ku demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherîne û gelên resen qir bike, li şûna wan hinên din bi cih bike, berdewam e. Her wiha jî di tirkkirina herêmê de jî berdewam e. Van pêngavan jî ji mezinên xwe yên Osmanî û fermandarên Îttîhad û Terakkî yên ku Komara Tirkiyê li ser hesabê xwîna wan gelan ava kiriye, pêk tîne. Her wiha jî li ser aboriya wan gel û qanûna şovenî ya nîjadperest a yek ol, yek netewe, yek ziman û yek al de, xwe ava kir."

Dûre semîna lêkolînera Navenda Firatê ya Lêkolînan Çinar Salin hat dayîn. Çinar di semînera xwe de behsa koçberiya bi zorê kir ku yek ji alavên "qirkirina etnîk" e. Her wiha jî bi bîr xist ku kiryarên koçberên koka wan ên dîrokî yên kevn hene, hê jî heta vê sedsalê tevî gelek qanûnan ku koçberkirina bizorê sûcdar dikin, hene.

Çinar Salih bal kişand ser ku di dirêjahiya aloziya Sûriyê de kiryarên koçberkirina bizorê pêk hatin. Jê jî kiryara ku rejîma Sûriyê di salên borî de li herêmên Qusêr, Zebedan, Medaya, Xota Şerqiyê û ji wê zêdetir jî jî koçberiya bizorê ya ku dewleta Tirk a dagirker li Cerablus, Ezaz, Efrîn û vê dawiyê jî li Girê Spî û Serêkaniyê, pêk aniye.

Çinar Salih di semînera xwe de îşaret bi gelek qanûnên navdewletî yên ku koçberkirina bizorê sûcdar dikin, kir. Her wiha jî bal kişand ser hedef û rêbazên koçberkirina bizorê mîna hewldana dagirkeriyê ya guhartina mozaîka demografiyê ya bi armanca berfirhekirina serwerî û berjewendiyên xwe ku herêm di aliyên etnîk an olî yan jî mezhebî de li gorî aliyê dagirker, hevgirtî be. Da ku bi wê re jî dîrok, wate û koka herêmên hedefgirtî, îmha bike û gelên resen rake û têk bibe. Her wiha jî da ku her tim dijminatî di navbera etnîk û pêkhateyên li wan herêman de bi rêya koçberkirina bizorê, bicihkirina hinên dîtir li şûna wan bi zorê, qirkirina çandî bi rêya têkbirina nasnameya herêmê û çanda wê ya bi guhartina demografiyê, hebe û bê afirandin.

Çinar Salih di axaftina xwe de behsa koçberkirina di dîrokê de ku rastî Kurdan hat û bi taybet koçberkirina bi darê zorê di dema serweriya rejîma Baas li Sûriyê, kir û wiha dewam kir:“ Ji koçberkirinê ku rastî kurdan hat zagona serjimariyê ya bêserûber di salên 60`yî de, Kurd ji nasnameya Sûriyê bê par bûn her wiha pêkanîna projeya erebkirinê li ser gelek beşan ku armanca wê guhertina demografiya herêmê, avakirina avahiyan ji kesên ku zarar ji ber projeya bendava Firatê dîtine û bicihkirina wan li gundewarên kurdan.”

Çinar Salih di semînerê de li ser koçberkirina bi darê zorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aloziya Sûriyê de kir û di vî alî de mînak li ser koçberkirina bi darê zorê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, got.

Çinar Salih di dawiya semînera xwe de got xebatên navdewletî der bare çawaniya bicihkirina koçber û penaberan û alîkaryên ku ji wan re were kirin têne kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Hisên Ezam jî semîner da. Mijara sereke ya semînera wî der barê dagirkirina Osmanî ji dewletên ereban re û sûcên ku li dijî gelan di nava çend serdeman de pêk anîne. Hisên Ezam destnîşan kir ku osmaniyan welatên ereban bi rêya komkujiyên ku sedsala 16`an pêk anî, dagir kirin her wiha dagirkeriya Osmanî di nava çend sedsalan de welatên ereban derbasî pêvajoya zilm û paşdexistinê di aliyê aborî, zaniest, çandî, siyasî û civakî de, kir.

Her wiha Hisên Ezam di semînera xwe de behsa sûcên koçberkirin, qirkirina etnîk ku ji aliyê osmaniyan ve li dijî gel û welatên ereban ve hatine kirin, kir. Ji wan koçberkirina bi hezaran ji gelê Filistînê, xelaya li welatê Şamê ku di encama wê de zêdeyî 80 hezar kes mir her wiha sûcên ku sultanê Osmanî Selîm Xan li Misrê pêk anî û di encama wê de bi deh hezeran kes hatin kuştin.

Paşê nîqaş der barê mijarên semînerê de ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.

(fr-bx)

ANHA