Şandeyeke siyasî ya ji Danîmarkayê gihîşt Qamişloyê

Şandeyek ji koma Partiya Sorekeska Demokratîk a Danîmarkayê îro ji bo şopandina rewşa dawîn a piştî êrişên dewleta Tirk, hat bajarê Qamişlo.

Şandeyeke siyasî ya ji Danîmarkayê gihîşt Qamişloyê
Şandeyeke siyasî ya ji Danîmarkayê gihîşt Qamişloyê
Şandeyeke siyasî ya ji Danîmarkayê gihîşt Qamişloyê
Şandeyeke siyasî ya ji Danîmarkayê gihîşt Qamişloyê
18 kanûn, 2019   12:05
QAMIŞLO

Şande bi serkêşiya parlamentera ji Danîmarkayê Soren Sondergaard.

Şandeyê destpêkê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji aliyê hevserokê Daîreyê Abdulkerîm Umer, cîgira hevserokatiya daîreyê Ebîr Îleya, endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Abdulrehman Selman, berpirsa protokolê ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Raniya Xelîl ve hat pêşwazkirin.

Serdana şandeyê ji bo şopandina rewşên dawîn piştî êrişên dewleta Tirk, pêk hat. Şande dê hevdîtinan bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî re pêk bîne.

(bx)

ANHA