​​​​​​​TEV-DEM: Em boneyên xwe bikin wesîleya yekitiya neteweyî

TEV-DEM`ê Cejna Êzî li civaka êzidî pîroz kir û hêvî kir ku hemû bone bibin wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurdistanê û diyaloga Sûrî-Sûrî.

​​​​​​​TEV-DEM: Em boneyên xwe bikin wesîleya yekitiya neteweyî
18 kanûn, 2019   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Êzî ku dikeve 20`ê Kanûnê roja înê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê cejn li êzidiyan pîroz kir û hêvî kir ku bi hatina Cejna Êzî re aştî, aramî û biratî wekî ku li Mezopotamyayê serwer bû, di nava gelên herêmê de jî belav bibe.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Di serî de em Cejna Êzî li civaka êzidî, hemû pêkhateyên herêmê û şervanên YBŞ, YJŞ û QSD’ê ku jiyana bi sed hezaran êzidiyan rizgar kir û ji bo rizgarkirina jinên êzidî xwe feda kirin, pîroz dikin.

Gelê êzidî sê rojan ji bo Xwedayê mezin, rojiyê digirin. Roja çaran jî Cejna Êzî ye ku dikeve roja înê. Ew hêvî dikin ku bi hatina cejnê re deriyê xêr û aştî li ser gelên herêmê vebe.

Civaka êzidî li seranserî Kurdistan û cîhanê Cejna Êzî pêşwazî dike. Li gorî êzidiyan, di Cejna Êzî de Roj, Heyv, sibeh, êvar, xweza, jiyan, îrade, mirov, bawerî û exlaq çêbûne.

Civak û gelên herêmê di encama dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji gelek herêmên Sûriyê de, bi taybet jî herêmên bicihbûna êzidiyan li Efrîn û Serêkaniyê, di rewşên zehmet re derbas dibin. Çeteyan cihên dîrokî û cihên îbadetê yên pîroz li gel êzidiyan, talan kirin û rûxandin û bi armanca qirkirina etnîk li dijî Kurdên Efrînê, şêwazên herî xirab bi kar anîn. Her wiha demografiya herêmê guhertin û bi hezaran terorîst anîn û li şûna gelê resen ê Efrînê bi cih kirin. Xwestin ku Efrînê bikin Qendehara duyemîn li herêmê. Ji ber vê yekê bi hemî şêwazan hewl didin ku diyaneta xwe li ser gelê civaka êzidî ferz bikin, yan jî wan bidin koçberkirin.

Em weke TEV-DEM`ê careke din Cejna Êzî li gelê êzidî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku boneyên  me bibin wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurdistanê û diyaloga Sûrî-Sûrî ku hemî aliyên tê de beşdar bigihînin nêrîneke hevbeş ji bo rawestandina xeyalên dewleta Tirk. Ji bo ku em ji nû ve xweşiya cejn û kêfxweşiyan bibînin.

Bi vê boneya pîroz, em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyên olî li her cihî dikin ku li hemberî dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber dewleta Tirk û çeteyên xwe li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî û pêkhateyên herêmê, sûcên dijmirovî û qirkirinê pêk tînin.”

(cx)

ANHA