Şehîd Rizgar di salvegera xwe ya 2`yemîn de hat bibîranîn

Rojnamevan û nûçegihanê ajansa me Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) ku di 18’ê Kanûna 2017’an de di encama êrişeke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe ya 2’yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şehîd Rizgar di salvegera xwe ya 2`yemîn de hat bibîranîn
Şehîd Rizgar di salvegera xwe ya 2`yemîn de hat bibîranîn
Şehîd Rizgar di salvegera xwe ya 2`yemîn de hat bibîranîn
Şehîd Rizgar di salvegera xwe ya 2`yemîn de hat bibîranîn
18 kanûn, 2019   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) ku di 18’ê Kanûna 2017’an de di encama êrişeke çeteyên DAIŞ’ê de li Dêrazorê li gel du hevalên xwe şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe ya 2’yemîn de li ser gora xwe ji aliyê hevalên wî yên rojnemevan û malbata wî ve hat bibîranîn.

Rojnemevan Weysî Tallî di bîranîna şehadeta Rizgar Denîz de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Çawa ku Gurbet, Xerîb û Denîzan canê xwe di rêya şopa heqîqetê de feda kir, şehîd Rizgar jî bi heman şêweyî bû şopdarê rêya wan."

Her wiha rojnemevan û nûçegihana Jin TV’yê Bêrîvan Tunç jî ev tişt anî ziman: "Em wek hevalên şehîd Rizgar ên jiyanê ji bo ku rastî tu carî neyê veşartin û windakirin, em ê her tim li ser şopa şehîdên heqîqetê bimeşin."

Dayika şehîd Rizgar Meryem Adanmiş jî di salvegera 2`yemîn a şehadeta Rizgar Denîz de hemû şehîd bi bîr anîn û ev titş got: "Şehîd Rizgar ne tenê kurê min bû, di heman demê li gel min hevalek jî bû. Hûn hemû ji bo min Rizgar in, ferqa we û Rizgar ji bo min tune ye."