Kongreya Amerîkayê ji bo cezakirina Tirkiyê projeyek erê kir

Duh Senatoya Amerîkayê biryara projeya mezaxtinê ya parastinê ya bi banga dûrxistina Tirkiyê ji projeya balafirên F-35’an da û her wiha şîret li ferzkirina cezayan jî bi sedema kirîna wê ya pergalên parastinê yên asîmanî yên S-400’î yên Rûsyayê kir.

Kongreya Amerîkayê ji bo cezakirina Tirkiyê projeyek erê kir
18 kanûn, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya ‘The Hill’ a Amerîkayê ragihand ku endamên Senatoyê 86 deng li hemberî 8 dengan li ser erêkirina Qanûna Biryardayîna Parastina Neteweyî (NDAA) daye û ji buroya serokê Amerîkayê Donald Trump re şandiye ku erê bike.

Senatoya girêdayî Kongreya Amerîkayê biryar li ser projeya qanûna mezaxtina parastinê ya 2020’an a bi 738 milyar dolaran, da. Bi wê re jî hikumeta DYA’yê dikare 30 milyon dolaran xerc bike ku 6 balafirên F-35 ên ku diviyabû derbasî Tirkiyê bibûna, depo bike.

Kongreya Amerîkayê bi rêya piştgiriya mezaxtina parastinê, piştevaniya xwe ya dûrxistina Tirkiyê ji projeya balafirên F-35’an piştrast kir.

Di naveroka projeya mezaxtinê ya parastinê ya ku berê jî parlamentoyê erê kiriye, hişyariyên pêkanîna bergiriyên qeydkirî bi mafê Tirkiyê de bi sedema kirîna wê ya pergalên parastinê yên moşekên asîmanî yên Rûsyayê yên S-400’î di çarçoveya ‘Qanûna Sekna li hember Dijminên Amerîkayê bi rêya Cezayan’ (CAATSA) hene.

DYA’yê di 17’ê Tîrmeha borî de ji bo bersivdana li ser israra Tirkiyê ya pêkanîna girêbesta kirîna pergalên S-400’î li gorî îmzekirina peymanê di 2017’an de, taloqkirina beşdariya Tirkiyê di bernameya balafirên F-35’an de, dest pê kir. Her wiha DYA’y diyar kir ku dê helwesta Enqereyê zirarê bigihîne her du welatan û gefa ferzkirina cezayan li Tirkiyê xwar.

(fr)