Mezlûm Ebdî: Çeteyên DAIŞ`ê li gel artêşa Tirk şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî piştrast kir ku çeteyên DAIŞ`ê li kêleka leşkerên artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dikin.

Mezlûm Ebdî: Çeteyên DAIŞ`ê li gel artêşa Tirk şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin
18 kanûn, 2019   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniyeke xwe de li ser tora Skynewsê ragihand ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê hevkariya artêşa Tirk dikin.

Ebdî da zanîn ku dewleta Tirk hişt ku temenê komên DAIŞ`ê dirêjtir bibe û heta sala 2015`an jî dewleta Tirk qebûl nekir ku li dijî DAIŞ`ê şer bike.

Fermandarê QSD`ê piştrat kir ku rejîma Tirkiyê bû sedema koçberkirina bi milyonan gelê Sûriyê û Enqere dosyaya penaberan li dijî dewletên Ewropayê wek gef bi kar tîne.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser pêkanîna projeyên qirkirina etnîk û koçberkirina pêkhateya Kurd û wiha dewam kir: “Tirkiyê qirkirina etnîk û koçberkirina bi darê zorê li dijî Kurdên Bakurê Sûriyê bi kar tîne.”

Ebdî anî ziman ku Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê dagir bike û Bakurê Sûriyê jî bixe bin serweriya xwe.

Têkildarî dan û standinên di navbera QSD`ê û rejîma Sûriyê de Ebdî got dan û standinên fermî hîn dest pê nekirine lê hevdîtin der barê bersivdayîna êrişên artêşa Tirk de çêbûn.

Têkildarî penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê jî Ebdî wiha got: “Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê yên li derve bikin, heta ku alozî were çareserkirin û penaber li herêmên xwe vegerin.”

(eh)​​​​​​​