Nakokiyên Washington û Enqereyê zêde dibin

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper îro ragihand ku ji ber daxuyaniyên Erdogan ên der barê girtina baregeha Încîrlîkê de matmayî maye û piştrast kir ku divê bi hevalbendê xwe yê Tirkiyê re biaxive û cidiyeta Erdogan fêm bike. Li aliyekî din jî nakokî di navbera her du welatan de zêde dibin.

Nakokiyên Washington û Enqereyê zêde dibin
17 kanûn, 2019   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got pêdiviya wê bi axaftina bi hevalbebdê xwe yê Tirkiyê re heye ku cîdiyeta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan fêm bike, dema gotiye dibe baregeha Încîrlîkê ya asîmanî ku tê de seriyên nukleerê yên Amerîkayê hene, bê girtin.

Mark Esper di axaftina xwe ya li balafira leşkerî ya Amerîkayê de ji rojnamegeran re wiha da zanîn: "Ez berê nehatibûm agahdarkirin. Cara yekem min ji rojnameyan bihîst. Piştre jî dê pêdiviya me bi axaftina bi hevalbendê xwe yê Tirkiyê heye ku mebest û cîdiyeta wan çi ye ku fêm bikim."

Ev jî ne cara yekem e ku Erdogan gefa girtina baregeha Încîrlîkê dixwe. Tirkiyê pirî cara gefên girtinê xwarine. Pirî caran dema ku nakokiyên dîplomatîk di navbera Enqere û Washingtonê de zêde bibin, vê gefê dixwe.

Nakokî di navbera her du welatan de zêde dibe. Her wiha DYA’yê der barê kirîna Tirkiyê ya pergala parastinê ya ya hewayî ya Rûsyayê S-400’an de tevî hişyariyên Washingtonê li ser wê, ceza ferz kirin.

Di mehên dawîn de têkiliyên di navbera her du welatan de li ser paşxaneya êrişa Enqereyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevlihev bûn.

Çarşema borî Komîteya Kar û Barên Derve ya Senatoya Amerîkayê pêşniyarek ku piştevaniya wê her du partiyên Komarparêz û Demokrat dikin, kir. Tê de ferzkirina cezayên tûj li ser dewleta Tirk û berpirsyarên wê li ser paşxaneya girêbesta kirîna moşekên S-400 û êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hene.

Pêncşemê jî Senatoyê bi giştî li ser vejandina bîranîna qirkirina Ermenan bi fermî itîraf kir ku îşaret bi tawanbarkirina desthilata Osmanî ya komkujiyên di 1915’an de hat kirin.

(fr)