Hejmara koçberan li kampa Waşokanî gihîşt 4 hezar û 500’î

Beşên nû ji koçberan gihîştin kampa Waşokanî ku bi wê re jî hejmara koçberan gihîşt zêdetirî 4 hezar û 500’î. He wiha rêxistinên mirovî û alîkariyê jî li hember rewşa kmapê sersar in.

Hejmara koçberan li kampa Waşokanî gihîşt 4 hezar û 500’î
17 kanûn, 2019   09:39
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ji herêmên sînor bi encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, koçber bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navendên bicihkirina koçberan, li rexê jî kampa Waşokanî ya li rojavayê bajarê Hesekê ava kir.

Rêveberê kampa Waşokanî Hesen Yûsiv ji ajansa me ANHA’yê re diyar kir ku hejmara konan zêdetirî 805’an e ku tê de zêdetirî 900 malbat hene.

Girêdayî mijarê Hesen Yûsiv wiha got: "Îro beşên nû gihîştin kampê ku bi wê re jî hejmara koçberan gihişt zêdetirî 4 hezar û 500’î. Koçber ji şêniyên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê û hin herêmên sînor in.”

Yûsiv bal kişand ser ku rêveberiya kampê bi alîkariya bi Heyva Sor a Kurd re sobe ji her malbatekê re pêşkêş kirin û wiha berdewam kir: "Li kampê 3 konên pêşwazîkirina koçbaran hene û her wiha jî beşa duyemîn a madeya qazê li şêniyan belav kirin."

Di berdewama axaftina xwe de Yûsiv li ser sedema tevliheviya rewşa hewa li ser herêmê wiha da zanîn: "Em nikarin zêdetir li kampê bixebitin û konan ava bikin. Dê di rojên pêş de kedên me zêdetir bibin."

Tevî hejmara zêde ya koçberan li kampê, lê rêxistinên navdewletî der barê pêşkêşkirina alîkariyan de sersar in û tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Heyva Sor a Kurd alîkariyê pêşkêş dike.

(fr)

ANHA