Mijarên rojnameyên erebî – 17 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser nakokiyên Rûsya û Tirkiyê, rewşa Iraqê û destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê.

Mijarên rojnameyên erebî – 17 Kanûn
17 kanûn, 2019   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: NAKOKIYÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ YÊN LI HERÊMÊ LI SER DAN Û STANDINÊN SÛRIYÊ GEF IN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir ku jê jî nakokiya Rûsya û Tirkiyê ye.

Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê gefan li gelek dosyayên li herêmê dixwe, jê jî dosyaya Lîbyayê. Enqere jî alîgiriya xwe ji Moskovê re di aliyê enerjiyê de sivik dike. Ew jî bi îmzekirina peymana bi hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê re li ser sînorê deryayî ku bûye cihê nîqaşan. Her wiha peymana Soçiyê ya ku sala borî der barê avakirina herêma bêçek li Idlibê de îmze kiriye."

Tevî ku hebûna Rûsya û Tirkiyê di aliyên nakok ên aloziya Sûriyê de ne, Moskov bang li serok Beşar El-Esed kir û li hember jî Enqereyê piştgiriya komên opozîsyonê û yên îslamî yên alîgir dike ku di dirêjahiya salên borî de di tevliheviya forma dan û standinê de bi ser ketine. Lê belê ji çarçoveyên stratejîk vala ne û ne pêkan e mîsogerî li ser berdewama wê bê kirin.

Rûsya niha tevgerên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî bi metirsî lê dinêre. Her wiha jî dizane ku sedemên ku hiştine Enqere peymanê bi azad bi hikumetê re îmze bike û tenê serweriya wê ji sedî 20 li ser rûbera Lîbyayê ye. Ew jî bi hedefa ku bibe navenda herêmî ya enerjiyê û piştdayîna xwe li ser gaz û petrola Rûsyayê kêm bike.

Tirkiyê ji sedî 75 ji pêdiviyên xwe yên enerjiyê ji derve ku piraniya wê ji Rûsya û Îranê, werdigire. Analîz dibêjin ku tevgerên Tirkiyê Moskovê dixin nav fikaran. Lê belê dibîne ku heyîna eniyeke herêmî û navdewletî ya mezin dikare li hember wan tevgeran bisekine.

Moskovê diyar kir ku li pêşiya wê şansa mezin a vegerîna metirsiya xwe ji serweriya Tirkiyê der barê berjewendiyiyên wê li herêmê ku bibe şanseke taybet li Sûriyê de. Ji ber ku Tirkiye nikare di heman wextê de gelek eniyan bi hev re veke. Bi wê re jî dem hat ku bergiriyan li hember Idlibê ku li bendê bûn, bigirin.

Yekşemê Moskovê metirsiya xwe ji neçareserkirina doza"berdewama gefên terorê" li herêma Idlibê ya Bakur û Rojavayê Sûriyê bi rasthatina vegera derbeyên Rûsya û Sûriyê li bejahiyên rojhilat û başûrê parêzgehê.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov bal kişand ser ku derxistina terorê ji herêma Idlibê berpirsiyariya Tirkiyê li gorî peymana di navbera wan de li Soçiyê ya 2018’an de ye.

Analîzvanan got daxuyaniyên Dmitry Peskov bi awayekî eşkere nameyek ji Tirkiyê re. Heke Tirkiyê di derengxistina pêkanîna bendên pemana Soçiyê ya cudakirina cîhadîstan ji komên opozîsyonê li Idlibê de berdewam kir, dê neçar bimînin tev bigerin.

Girêdayî mijarê analîzvanan îşaret pê kir ku daxuyaniyên Dmitry Peskov bi rasthatina vegera derbeyên asîmanî li dijî herêmên ku Heyet Tehrîr El-Şam li ser serwer e, hatin. Li aliyekî din jî rejîma Sûriyê amadekariyên leşkerî yên mezin, kirin herêmê. Bi wê re jî texmîn dibe ku Moskov qebûl nake ku rewşa Idlibê wisa bimîne. Dê dosya Idlibê daye pêş çavan ku di demên pêş de bi dawî bike.

Nameya Rûsyayê diyar e ku bi lezgîn gihîşt Enqereyê ku wê jî bi lez bi rêya serokkomarê wê Recep Tayyîp Erdogan bersiv da ku Rûsya û DYA’yê bi nepêkanîna sozên xwe yên derkirina YPG’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tawanbar kir.

Daxuyaniyên Erdogan û gefên wî eşkere dibin ku dê êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ew jî bi metirsiya ku Rûsya mijûlkirina wê bi şerên ku li rojhilatê Deryaya Spî bi gelek dewletan re vekiriye pêk bê ku destkeftiyên wê li Sûriyê bi taybet li Idlibê darbe bike.

Ragihandina Rûsyayê ya operasyona li dijî Idlibê, tê wateya derbeya mezin a Enqereyê ku dê girîngtirîn kaxizên xwe li vî welatî winda bike. Ji wê zêdetir jî dê pêla koçberiyê ji xaka wê re zêde bibe û dê dan û standina pê re dijwar bibe.

ŞERQ EL-EWSAT: DI NAVBERA UN Û EL-HERÎRÎ DE PÊŞBIRKEKE EŞKERE

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Taloqkirina şêwirên dozgeriyê yên pêwîst ji bo binavkirina serokê nû yê hikumeta Lubnanê heta pêncşemê, pêşbirkeke eşkere di navbera serokê hikumetê û buroya ragihandinê ya Seed El-Herîrî de, ava kir. El-Herîrî ragihand ku bloka Teyar El-Wetenî ya Hur (Teyara Nîştimanî ya Azad)  hate avakirin ji bo ku dengên xwe bide serokê hikumetê Mîşêl Un.

ÎMARAT EL-YEÛM: PIŞTÎ ÊRIŞÊN LI DIJÎ BERJEWENDIYA AMERÎKAYÊ ZÊDE BÛN, BEXDAYÊ HIŞYARIYA "ZÊDEBÛNA RAGEŞIYÊ"DA

Di mijara Iraqê de jî, rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha got: "Piştî ku êrişên li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê zêde bûn, duh Bexdayê hişyariya "zêdebûna rageşî û tevliheviyê"  dabû û Washingtonê soza "Bersiveke dawî"li dijî Tehranê da. Îran hêza xwe li herêmê bi rêya komên çekdar ên girêdayî wê, zêde dike. Di demekê de ku şêwirên li Bexdayê berdewam dikin û bidawîbûna dema ku destûrê ji bo hilbijartina serokwezîrekî nû nêzîk dibe, li Iraqê xwepêşandan tên lidarxistin û saziyên hikumetê hatine girtin.

ŞERQ EL-EWSAT: PARLEMANA TIRKIYÊ AMADEKARIYA DESTWERDANA LEŞKERÎ LI LÎBYAYÊ DIKE

Di mijara Lîbyayê de jî, Şerq El-Ewsat diyar kir ku duh parlemana Tirkiyê amadekariya destwerdana leşkerî li Lîbyayê kir. Her wiha raporan diyar kir ku Enqere plana avakirina baregeheke leşkerî li Terablusê dike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlemana Tirkiyê, ragihand ku wan pêşniyara erêkirina muzakereya rêkeftinê ya der barê hevkariya leşkerî û ewlehiyê de ku serokkomarê Erdogan bi serokê hikumeta Wîfaq Fayiz El-Sîrac re îmze kiriye, qebûl kir.  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got muzakereya rêkeftinê, rewşa ku peymana Sîver a Fransayê sala (1920) ferz kiriye, guhert.

(fr-cx)