Koçberek: Çeteyên Tirkiyê, endamên DAIŞ û El-Nusra ne

Ferîd Mihemd ê ji Serêkaniyê koçber  bûye got: “Çeteyên Tirkiyê heman çeteyên DAIŞ û El-Nusra yê ne. Yên ku ji şerê li Sûriyê reviyan ne. Tekbîr û sirûdên ku digotin, heman ên DAIŞ û El-Nusrayê bûn."

Koçberek: Çeteyên Tirkiyê, endamên DAIŞ û El-Nusra ne
17 kanûn, 2019   07:30
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê didomin. Ji ber êrişên ku raste rast sivîl dikirin hedef zêdeyî 400 sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn. Her wiha bi hezaran malbat ji malên xwe hatin koçberkirin.

Ferîd Ayiş Mihemed (33) ji gundewarê bajarê Serêkaniyê ye. Malbata wî ya ji 7 kesan pêk tê, ji ber topbaran û bombebarana bêserûber a li ser gundê wan, koçberî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bû.

Mihemed binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin wiha vegot: “Ez welatiyek ji bejahiya Serêkaniyê me. Ji ber zilm û hovîtya hêzên terorîst niha li gundewarê navçeya Şedadê me.  Çeteyan bi hezara şênî ji malbatên wan û bajarên wan dan koçber bikin û her dever xirab kirin. Guleyên terorîst ne zarok û ne ciwan li ber xwe didîtin. Gelek kes şehîd kirin û piraniya wan zarok bûn. Me nedikarî cenazeyan rakin an jî defin bikin, hemû cenaze li ser rêyan man. Me nedikarî pêwîstiyên xwe yên malê bi xwe rakirin û bînin. Tenê min malbata xwe bi motorseklêtekê ji gundewarê Serêkaniyê anî navçeya Şedadê."

Mihemed diyar kir ku kesên di nava çeteyan de bi xwe çeteyên DAIŞ‘ê,  yên ku ji şerê li Sûriyê reviyane. Mihemed got: "Tekbîr, deng û sirûdên ku diavêtin heman ên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê bûn."

Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa koçberan bibînin û alîkariyan pêşkêşî wan bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/isTl-ZR3lJw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>