Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite

Li Zirganê di bin topbaran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de jî firina gel dixebite û rojane 2 hezar 400 kîs nan gel çêdike û komîn wan nanan belav dikin.

Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite
Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite
Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite
Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite
Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite
Firina Zirganê di dema êrişan de jî dixebite
17 kanûn, 2019   07:32
HESEKÊ - CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her çi qas êrişî navçeya Zirganê bikin jî ji bo pêdiviyên gel 2 firin li navçeyê kar dikin.  Yek jê firina giştî ya gel e û ev firin 5 sal xizmetê dike. Di firinê de 11 karker dixebitin û ji sibehê heya saet 16.00’an vekirî ye. Rojana zêdetirî 2 hezar 400 kîs nan ji firina gel a giştî derdikeve. Arvanê firinê ji Hesekê tê kirîn. Nan ji aliyê komînan ve ji navçe û gundên girêdayî navçê re tê belavkirin.

Yek ji hedefên êrişên dewleta Tirk a dagirker jî firin in. Li dijî wan êrişan jî xebatkarên firinê rûxmî xetereyan li ser karê xwe ne. 

‘EM HEWL DIDIN DI ÊRÎŞAN DE JÎ GELÊ XWE BÊ NAN NEHÊLIN’

Yek ji karkerên firina gel Yasîn Ibrahîm Ehmed anî ziman ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re zexmetiyê dikişînin û got: “Rûxmî êriş li ser me hene lê me rojekê jî karê xwe neda sekinandin, bi vî rengî jî me li ber xwe da. Erka me ye sereke, pêdiviyên gel di vê rewşê de pêkanîn e. Ji ber koçberiya zêde li navçeyê me gelek zehmetî kişand lê niha ji bo ku em wan zexmetiyan derbas bikin, hewldanên me hene. Em dixwazin ji her malbatekê re nan derxin û gelê xwe bê nan nehêlin. Rojana dengê obûs û topan tê me, lê em dîsa jî karê xwe dikin.”

Mahsum Ibrahîm Mano ku ji Zirganê ye, anî ziman ku beriya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rewşa wan aram bû û rewşa pêdiviyên jiyanî jî baş bû û got: “Bi êrişan re êdî nan jî zêde dernakeve. Ev 4 roj e komîn ji me re nan belav dike. Nan rojekê heye, rojekê tune ye. Ji her malbatekê re 2 kîs nan tê belavkirin. Her çiqas êriş jî hebin, firin kar dikin û nan digihîje me.” 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EOB7emEkL1s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>