Dayîkek ji Efrînê: Her tişt wêran kirin, heta pêşeroja zarokan

“Li Efrînê ewlehî tune ye. Her tişt wêran kirine, heta pêşeroja zarokan. Ji ber binpêkirinên dagirkeriyê em fetisîn.” Ev gotinên dayîka R.Ş. ne. Dayîka R.Ş piştî salek û nîv ji dagirkirina Efrînê ji bajarê xwe derketin.

Dayîkek ji Efrînê: Her tişt wêran kirin, heta pêşeroja zarokan
17 kanûn, 2019   06:15
HELEB-TOLÎN HESEN

Ruxmî derbasbûna du salan li ser êrişa Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê lê êşa şêniyên Efrînê yên ku rastî siyasetên koçberiyê hatin bi dawî nabin. Şêniyên ku ji ber topbarana hovane koçber nebûn û li Efrînê man, rojane rastî tevahiya zext û binpêkirina tên ji ku wan neçarî koçberiyê bikin.

Dayîka R.Ş. piştî salek û nîv ji dagirkirinê derdikeve û dibêje êdî rewşa Efrînê nayê tehemûlkirin ji ber wê neçar man koçber bibin.

Dayîka R.Ş. tevî hevser û her sê keçên xwe digihêjin bajarê Helebê û ji ber tirsa li ser jiyana xizmên xwe yên ku li Efrînê dimînin, nexwest navê xwe eşkere bike.

‘Di dirêjahiya salek û nîv de keçên min tenê carekê ji mal derketin’

Dayîka R.Ş. dibêje ku jiyana li Efrînê mîna zindanê bû. Şênî bi taybet jin nikarin bi serbestî tev bigerin.

R.Ş. got: “Şêniyên taxa ku Kurd û Ereb lê dimînin di nav hev de lihev kirin. Ji bo ku tev li çeteyan nebin ji bo ku rûmeta xwe biparêzin.  Ji roja dagirkirina Efrînê ve û heta roja ji Efrînê derketine her sê keçên wê tenê carekê ji mal derketin. Ji ber ku em ji binpêkirinên çeteyan ditirsiyan.”

‘EGER NASNAMEYA TE LI SER EFRÎNÊ BE TU YÊ RASTÎ PIRSGIRÊKAN WERÎ’

Dayîka R.Ş. destnîşan kir ku her kesê nasnameya wî/wê li ser Efrînê be rastî tengaviyan tê û milkên wê/wî têne talankirin. R.Ş. wiha domand: "Nasnameya min li ser parêzgehek din e û mala min jî bi navê min hatiye qeydkirin. Lewra çeteyan dest pê nedan."

Dayîka R.Ş. bûyerek ku bûye şahidê bibîr xist û diyar kir ku çeteyan hewl da du malan desteser bikin lê şêniyên gundê bi taybet jinan li ber wan sekinin û nehiştin çete bighêjin armancên xwe. Tevî wê jî çeteyan bizanabûn malek desteser kirin.

‘JINAN JI MALBATÊN WAN DIXWAZIN, DEMA RED DIKIN, JINAN DIREVÎNIN’

Derbarê sedema ku nedihişt keçên wê ji mal derkevin dayîka R.Ş. dibêje çeteyan bizanabûn destdirêjiya keçên wan dikin. R.Ş got: “Tên keçên me dixwazin. Dema malbat an jî keçên me wan red dikin, wan direvînin. Bi tehdîdan pêre dizewicin.”

Li gorî R.Ş. artêşa Tirk a dagirker gelek zeviyên şêniyan destser kirine, jê yên şêniyên gundê Kokanê yê girêdayî navçeya Malbatayê û bargehek leşkerî li wir û li ser rêya Reco ava kiriye.

‘JIYAN LI WIR NAYÊ TEHEMULKIRIN Û EM FETISÎN’

R.Ş. teqez dike ku jiyan di bin nîra dagirkeriyê de êdî ji şêniyên resen re nayê tehemulkirin û wiha got: "Li Efrînê ewlehî tune ye. Her tişt wêran kirin heta pêşeroja zarokan. Ji ber binpêkirinên dagirkeriyê em fetisîn. Lewra em derketin."

(yşx)

ANHA