​​​​​​​Li Helebê di navbera rejîm û çeteyê Tirkiyê de şer rû dide

Li bajarê Helebê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk de şer rû dide, agahiyên derbarê ziyanan de heta niha ne diyar in.

​​​​​​​Li Helebê di navbera rejîm û çeteyê Tirkiyê de şer rû dide
16 kanûn, 2019   18:44
HELEB

Çeteyên artêşa Tirk ên li bejahiya bakurê rojavayê bajarê Helebê xwe bi cih kirine taxên Xalidiyê û Suryan ên li derdora bajarê Helebê topbaran kirin. Agahiyên derbarê ziyanan heta niha ne diyar in.

Di milekî din de hêzên rejîma Sûriyê yên li Mehlebê bicihbûne bersivê didin û topan diavêjin bajarên Ednan, Hiryetan û herêma Bihûs El-Ilmiyê.

Tê zanîn ku piştî lidarxistina civîna Astana ya 14`mîn ev cara yekemîn ku bajarê Helebê tê topbarankirin.Hêjahî bi bîrxistinê ku dosya çeteyên artêşa Tirk di civîna Astana ya 14`mîn de nehat vekirin.

Heta vê kêliyê şerê di navbera artêşa Tirk û rejîma Sûriyê de berdewam e.

(eh)