Bangaxwaziyên rawestandina binpêkirinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome

Rêxistnên mafên mirovan bang li NY‘yê kirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û grantiya ewle ya vegera koçberan li warê xwe bide.

Bangaxwaziyên rawestandina binpêkirinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome
16 kanûn, 2019   16:34
HESEKÊ

Têkildarî sûc û qetlîmanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê li kampa Waşokanî ya bajarokê Tiwêna ya bajarê Hesekê dan. Daxuyanî bi amadebûna bi deha kesî ji aliyê çalakvana hiqûqî Beşîra Cemaledîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Em kedên mirovahiya ku di dirêjahiya 71 salan de ji bo parastina mafên mirovan hatine dayîn bibîr dixin. Piştî derbasbûna vê demê li ser Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan em xwe li beramberî rewşek  trajedîk de rastî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûiryê dibînin. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê êrişî herêmên kirin û şênî dan koçberkirin.

Em hemû dizanin ku ev ragihand ji 30 madeyan pêk tê û xwedî li mafên bingehên ên mirovan derdikeve. Nabe tu aliyek anjî dewletek endama NY`î wê binpê bike.

Lê em dibînin ku ev maf tenê mîna hibira li ser kaxizê mane. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatin parastin. Li gel hovîtiya dewleta Tirk û alîgirên wê yên Artêşa Watanî ya Sûrî em nikarin bêjin ku mafên mirovan hene. Ew çete bi cenazeyên jinên Sûriyê dilîzein, zarok, jin û temenmezinan dikujin, şêniyên wê didin koçberkirin û milkên wan talan kirin. Dewleta Tirk endama NY`î ye. Li hember civaka navneteweyî soza parastina û dabînkirina mafên mirovan da. Lê îro ev peyman binpê kir û êrişî sivîlan dike ji bo ku plan û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûiryê pêk bîne. Ji ber wê kirinên hovane ku wijdana mirovahiyê pê êşand pêk anî. Tevî wê jî ew wijdan nelivî ji bo ku hovîtiya Tirkiyê rawestîne.

Wek rêxistinên civaka sivîl ên hiqûqî û koma çalakvanên hiqûqî em bang li NY`î dikin ku êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û rewşa mirovî ya kampan baş bikin heta ku koçber  vedigerin warên xwe. Her wiha vegera wan a ewle piştî derxistina komên alîgirên Tirkiyê dabîn bike. Edaletê ji jin û zarokan re li tevahiya herêmên zirar dîtine li Sûriyê peyda bike. Her wiha em bang li tevahiya rêxistinên navneteweyî û aliyên navneteweyî yên têkildar dikin ku nahêlibin Tirkiyê Tirkiyê planên xwe di guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne, em bang li rêxisitnên jinan ên hiqûqî û sivîl dikin ku bi erkên xwe rabin û rewşa jin û zarokên koçber ên ku di nav kampan de dimînin di ber çavan re derbas bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c9syLSemydM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>