Xoce ji serokê "Opozisyona Sûriyê" bû damezrînerê partiyeke Tirkî

Partiya Tirkiyê ya Pêşerojê ya bi serkêşiya serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ehmed Dawûdoglu lîsteya endamên xwe di şahiya damezrandina partiyê de eşkere kir. Lê ya balkêş ji damezrînerên partiyê serokê berê ya îtîlafa sûrî ya muxelif Xalid Xoce hebû.

Xoce ji serokê "Opozisyona Sûriyê" bû damezrînerê partiyeke Tirkî
16 kanûn, 2019   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk û pergala istixibaratî ya girêdayî wê lîstokên xwe li Sûriyê didomînin. Lîstoka herî dawîn dewleta Tirk bi awayekî istixbaratî kesan derdixe pêş ji bo ku erkên siyasî li Sûriyê pêk bînin. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re gelek kesayet xwe dan pêş ji bo ku hêz û desteyên li derve ava dibin bi rêve bibin. Jê serokê berê yê oposîzyona Sûriyê Xalid Xoce.

XALID XOCE KÎ YE?

Xalid Xoce li bajarê Şamê ji dayîk bûye û bi eslê xwe Turkmen e. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Şamê bi dawî dike. Piştre diçe Lîbyayê xwendina xwe ya amadehî li bajarê Obarî sala 1985`an didomîne. Piştî wê diçe Tirkiyê û zanistên siyasî li zanîngeha Stenbolê sala 1986‘an dixwîne. Di sala 1994`an ji zanîngeha Ezmîrê ji fakulteya Tib derdiçe.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re Xoce di nav lîsteyên opozîsyona Sûriyê belî dike. Xoce endamê Meclisa Watanî ya Sûriyê "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" û endamê kutleya Turkmen di îtîlafê de bû.

Di 4`ê Çileya 2015`an de di civînek girtî de li Stanbolê Xoce wek serokê Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî tê erkdarkirin.

NAV Û ERKÊN NÛ YÊN XOCE

Piştî ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davudoglu ji AKP`ê qut bû û partiyek nû bi navê Pêşerojê Tirkiyê ava kir. Navê Xalid Xoce di nav lîsteya endamên damezirînerên partiyê de derket holê.

Malpera partiya nû nav û wêneya Xoce wek endamek ji 154 endamên damezirînerên partiya nû bibîr xist. Lê bi navek nû Alp Tekîn Xoceoglu û weke doktorek di zanîngehê de dixebite û li Şamê di sala 1965`an jidayîk bûye hatiye pênasekirin.

XOCE AMÛRÊ TIRKIYÊ Û XWEDÎ GELEK ARMANCAN

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re Tirkiyê hewldanên xwe zêde kirin ji bo ku bûyeran li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne. Komên çeteyan hemêz kir, terorîstên biyanî anîn û desteka wan kir ji bo ku axa Sûriyê dagir bike. Li gel avakirina hêz û desteyên ku van komên çekdar birêve dibin, kesayetên girêdayî istixbarata Tirkiyê danîn di nav de Xoce. Ew li gorî fermanên Tirkiyê tev digeriyan.

Xoca niha piştî ku opozîsyon bi binket û rola wê li ser qada Sûriyê bidawî bû, siyasetmedarê Tirk Ehmed Dawudoglu bi kaxiza Xoce dilîze ji bo ku sûd ji dengên penaberên sûrî ji bo partiya xwe ya nû bigire.

(şx)

ANHA