Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebo Qasim re xwest

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê û gundewarên wê sersaxî ji malbata şehîd Yasîn El-Elî (Ebo Qasim) yê şervanê QSD`ê re xwest.

Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebo Qasim re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebo Qasim re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebo Qasim re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebo Qasim re xwest
12 kanûn, 2019   13:03
TEBQA

Şêniyên Tebqayê, gelek şervan, endamên rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, hêzên Ewlehiya Hundirîn, meclisên jinan, gelek nûnerên komîteyan û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê berê xwe da gundê El-Fetîh li bakurê rojhilatê Tebqayê û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Li konê sersaxiyê endamê rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Omer Ismayîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Tiştê ku îro şêniyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan pêşkêş kirin, ziman nikare li pêşiya vê lehengiyê ciwanên ku canê xwe feda kirin, îfade bike."

Omer wiha got: "Em wek hêzên QSD`ê ku hêzekî ji civakê nayên qut kirin, ji gelê xwe re dibêjin ku em tu carî gavekê paşve nakişin û em ê parastina herêmên xwe bikin, her wiha em herêmên xwe yên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kir, jibîr nakin, ew mijarekî demê û dê di dawiyê de maf vegere xwediyên wê."

Şehîd Yasîn El-Elî (Ebo Qasim) dema ku li herêma El-Selhîbat a Reqayê bi erka xwe radibû, şehîd bû.