Li Helebê panela tundiya li ser jinan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi hevkariya Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Helebê der barê tundiya li ser jinan de panelek li dar xist.

Li Helebê panela tundiya li ser jinan
Li Helebê panela tundiya li ser jinan
Li Helebê panela tundiya li ser jinan
Li Helebê panela tundiya li ser jinan
Li Helebê panela tundiya li ser jinan
Li Helebê panela tundiya li ser jinan
12 kanûn, 2019   13:51
HELEB

Panel li hola civînan a Tevgera Ciwanên Sûriyê ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar ket û bi dehan ciwan û nûnerên saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Buroya Jinên Ciwan a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Emîne Ebdo, endama rêveberiya Buroya Ciwanan ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hêva Dawid axivîn û rola jinan û zîhniyeta baviksalar a serwer ku rê li pêşiya zewaca di temenê biçûk de vedikin û jinan di bin desthilata mêran de dihêlin, hate ravekirin.

Axaftvanan diyar kir ku gelek malbat ji ber xizaniyê keçên xwe bi biçûkanî didin zewicandin û ev yek gelek caran ji ber ku nikarin hemû pêdiviyên wan bi cih bînin, pêk tê.

Der barê zirarên zewaca di temenê biçûk de Hêva Dawid wiha got: "Zewaca di temenê biçûk de gelek nexweşiyan, bi taybet ji keçikan re, bi xwe re tîne. Her wiha gelek pirsgirêkên tenduristiyê wek kêmbûna xwînê û pirsgirêkan di malzarokê de çêdike."

Her wiha beşdaran ji bo zêdekirina têgihîştinê der barê zirarên zewicandina di temenê biçûk de û xetereya sûcên bi navê şeref û namûsê de tên kirin, pêşniyar kir ku panel û civînên bi vî rengî werin lidarxistin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FnIaef-m1ng" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>