Li herêmên dagirkirî polîtîkeyên birçîkirinê têne meşandin

Li Serêkaniyê û Girê Spî ku di demên dawî de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin binpêkirin û siyasetên birçîkirin û talankirinê têne meşandin.

Li herêmên dagirkirî polîtîkeyên birçîkirinê têne meşandin
5 kanûn, 2019   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagirkirine polîtîkeyên birçîkirinê li dijî şêniyên dimeşînin. Di dîmenekî de li bajarê Silûkê yê Girê Spî ya dagirkirî hatiye kişandin û li ser medyayên civakî belav bûne diyar dibe hejmareke mezin a şêniyan li ber firaniyeke nan di rêzê de sekinîne li bende ne ku nan bistînin, piştî ku ku dagirkerî piraniya firneyên herêmê talan û wêran kirin.

Di dîmen de, welatiyek diyar dike ku li herêmên dagirkirî madeyên sereke yên jiyanî kêm bûn, nan, av û sotemenî li gel wan tinene. Her wiha dibêje ku artêşaTirk a dagirker û çeteyên wê banceyên giran  li welatiyan ferz dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_PbR_VO2Ia8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>