Hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê bi dijwarî êrişî Idlibê dikin

Li Idlibê şerê dijwar didome. Rejîm bi desteka Rûsyayê bi dijwarî êrişî herêmê dike. Rejîm bi vê yekê dixwaze careke din bi pêş de biçe.

Hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê bi dijwarî êrişî Idlibê dikin
5 kanûn, 2019   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundewarên başûrê rojhilatê bajarê Idlibê şer bi dijwarî di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê de û hêzên rejîma Sûriyê de, dewam dike. Hêzên rejîmê êrişên li dijî eniya Um Celal û Um El-Tîna didomînin.

Her wiha topbaran bi awayekî dijwar tê kirin, bêyî ku tu pêşketinên nû heta van kêliyan çêbin.

Balafirên şer ên Rûsyayê di saetên derengiya şevê de herêmên El-Terîdiye yên rojhilatê Seraqib bombebaran kirin. Hêzên rejîmê herêmên Meret Herme, gundê Kefer Sicne, Şêx Mustefa û Erînbe yên başûrê Idlibê, Um Celal, El-The, Tehtaya, Um El-Tîna, El-Serc, El-Belîse û Heran ên başûr, rojhilat û başûrê rojhilat kirin hedef.

Li herêmên bêçek di navbera hêzên rejîmê û bi destekdayîna Rûsyayê û çeteyên dewleta Tirk de şerê lez û bezê heye. Ev yek bi gera nû ji civînên "Komîteya Destûrê" ku di civînên xwe de têk çû, pêk tên.

(bx)