Şêniyên Dirbêsiyê: Gelo Erdogan zarokan terorîst dibîne ku jiyanê li wan tarî bike?

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifetê li dijî zarokên Efrînî kirine, şermezar kirin û got "Gelo Erdogan zarokan terorîst dibîne ku jiyanê li wan tarî dike?”

Şêniyên Dirbêsiyê: Gelo Erdogan zarokan terorîst dibîne ku jiyanê li wan tarî bike?
5 kanûn, 2019   10:45
HESEKÊ-AZAD SEFO- OLVA HAJ MENSÛR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2`yê Kanûnê de li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehba li dijî zarokên Efrînî yên koçber, komkujî pêk anî. Di komkujiyê de 10 sivîl ku 8 jê zarok bûn, hatin qetilkirin û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûn.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê, hêrsa xwe ya li hember komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gel û bi taybet zarokan, nîşan dan.

Şêniyê bi navê Fesîh Hemo wiha got: "Gunehê zarokan çi ye ku rasterast ji aliyê Tirkiyê ve werin hedefgirtin? Tirkiye karên terorî dike û zarokên me dikuje. Xaka me ji cihekî ewle vegerand cihekî rûxandin, xirabûn û şer."

Raziye Deodoş jî komkujiya Til Rifetê şermezar kir û wiha axivî: "Divê zarok di aramî û ewlehiyê de bikin. Ev mafê wan e. Lê belê Erdogan û çeteyên xwe yên DAIŞ`ê jiyana zarokên me kirine dojeh. Zarokên me li ber çavê her kesî tên kuştin."

Raziyê diyar kir ku Erdogan dê negihîne armancên xwe yên qirkirina gel û wiha pê de çû: "Erdogan çi bike jî nikare îradeya me têk bibe. Berxwedana me berdewam e."

Şêniyê bi navê Ibrahîm Hiso jî destnîşan kir ku Erdogan bi rêya komkujiyên ku dike hewl dide ku gelê aştîxwaz û yê dixwaze jiyaneke hevbeş bijî, qir bike. Ibrahîm got: "Ji ber ku zarok pêşeroj in, Erdogan dixwaze pêşeroja me tune bike û komkujiyan li dijî zarokên me pêk tîne."

Ibrahîm Hiso di dewama axaftina xwe de wiha axivî: "Me dît dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên li Efrînê û Serêkaniyê û Girê Spî çi kir û çawa hemû cureyên çekan û yên qedexekirî jî bi kar anî. Kiryarên Erdogan û çeteyên wî li dijî gel û bi taybet zarokan, binpêkirina hemû qanûn û peymanên navdewletî ku tekeziyê li ser parastina mafên zarokan dikin.”

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mesûd Awid diyar kir ku zarok di nava ewlehiyê de jiyan dikirin, dilîstin û diçûn dibistanên xwe. Lê belê îro bi tirsê re dijîn. Taybet jî piştî kiryar û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî zarokan dîtin.

Welatiya ji pêkhateya Ereb, Erebiya Xelef jî wiha got: "Gelo zarokên me terorîst in ku ji aliyê Erdogan û çeteyên wî ve werin hedefgirtin? Zarokên Efrînê çi kirine ku bi vê hovîtiyê werin kuştin? Ev zarok ji ber şer hatin Til Rifetê, li wir kolan tijî xwîna wan bû, ev wehşiyet e.”

ANHA