Li nêzî Morîtanyayê 58 penaber xeniqîn

NY`yê ragihand ku keştiyek li Okyanusa Atlantîk nêzî Morîtanyayê noqî avê bû û 58 kes penaberên tê de, jiyana xwe ji dest da.

Li nêzî Morîtanyayê 58 penaber xeniqîn
5 kanûn, 2019   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa El-Hicra ya girêdayî NY`yê îro ragihand ku keştiyek ku bi dehan penaber li ser bûn, li nêzî kendavên Morîtanyayê noqî avê bû. Di encama wê de 58 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ajansê diyar kir ku herî kêm 150 kes li ser keştiyê bûn û sotemeniya wê jî kêm bû dema ku nêzî Morîtanyayê dibû, noq bû.

Hikumeta Morîtanyayê destnîşan kir ku wan alîkariya kesên ku ji bûyerê filitîne, li bajarê Newzîbo yê bakurê welêt, kir.

 (bx)