Ebdulmehdî îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi awayekî fermî îstifaya xwe pêşkeşî parlamentoyê kir.

Ebdulmehdî îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
30 mijdar, 2019   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştî xwepêşandanên ku gelek kesan jiyana xwe ji dest da û banga Muqdeta El-Sedir, diyar kiribû wê nameya îstifayê bişîne parlamentoyê.

 Adil Ebdulmehdî di civîna Encumena Wezîran de bi awayekî fermî îstifaya xwe pêşkeşî Parllamentoya Iraqê kir. Tê payîn sibe parlamenter têkildarî mijarê bicivin.

Li gor daxuyaniya Encumena Wezîrên Iraqê, di civînê de serokwezîr daxwaz ji endamên hikûmetê kir heta pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ser karên xwe be.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di civîna îro de dest ji kar kêşana rêveberê ofîsa serokwezîrê Iraqê û emîndarê giştî yê encûmenê jî hatiye pejirandin.