Li herêma Cizîrê bîranîna salvegera 15`mîn a şehadeta Şîlan û hevalên wê

Partiya Yekitiya Demokratîk li bajarên herêma Cizîrê salvegera 15`mîn a şehadeta endama komîteya navendî ya partiyê Şîlan Kobanê û hevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl bibîr anîn.

30 mijdar, 2019   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 Şîlan û hevalên wê sala 2004 şehîd bû, salan e çalakiyên bîranînên van têkoşeran li herêmên Rojava tên lidarxistin.

QAMIŞLO

PYD`ê civînên jihev cuda ji şêniyên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê yên kantona Qamişlo re li dar xist.

Li Qamişlo Hevseroka PYD`ê Eyîşa Hiso di civîna ku li navçeya Til Hemîs bi boneya salvegera şehadeta Şîlan û hevalên wê axivî û wiha got: "Artêşa El-Wetenî û DAIŞ`ê yek rû ne."

Hevseroka PYD`ê Eyîşe Hiso geşedanên siyasî li ser asta hundirîn a Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet axivî û wiha got: "Hişmendiya Artêşa El-Wetenî ji hişmendiya DAIŞ`ê ne kêmtir e, ew yek rû ne.”

Her wiha Eyîşe îşaret bi girîngiya diyaloga Sûrî – Sûrî kir.

DÊRIK

Sedan şêniyên Dêrikê di civîna ku ji aliyê PYD`ê hate lidar xistin, bi boneya salvegera 15`mîn a şehadeta endama komîteya navendî Şîlan û hevalên wê li navenda şehîd Bawer a ciwanan, kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveberiya PYD`ê Şadiya Hesen axivî û wiha got: "Di kesayeta şehîd Şîlan û hevalên wê de, em hemû şehîdên ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirin bibîr tînin."

Şadiya wiha domand: "Şehîd Şîlan û hevalên wê ji pêşengên PYD`ê de ne ku kevirê sereke di damezarandina partiyê û rêxistinkirina gel li ser bingeha fikir û felsefeya demokratîk."

Şadiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Şehadeta Şîlan û hevalên wê û êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navneteweyî derheqê gelê Kurd e."

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê jî heman bîranîn li hola Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê bi rê ve çû.

Hevseroka Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Cizîrê Sebah Osman û Rêveberê partiyê Xelîl Osman tevlî civînê bûn.

Axîveran bi bîr xistin ku şehîd Şîlan û rêhevalên xwe fikira partiyê û girîngiya azadî û wekheviyê hilgirtin ser milê xwe û heta gihaştin asta şehadetê bi dilsozî xebat dan meşandin û Partiya Yekîtiya Demokratîk kirin partiya şehîdan.

HESEKÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Hesekê merasîma bîranîna têkoşer şîlan Kobanê li hola Selam a bajarê Hesekê jî lidar xist.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Kibrîl Şemûn, hevserokê Rêveberiya Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed, cigira Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm, hevseroka Buroya Kar û Barên Olan a herêma Cizîrê Ezîz Xenafir, hevseroka Komîteya Çand û Hunera kantona Hesekê Efaf Heskî û hevseroka Rêveberiya herêma Hesekê Civîn Remo, bi sedan endamên partî û saziyên bajarê Hesekê beşdarî merasîma bi bîranînê bûn.

Di despêka merasîmê de belgefilîmek derbarê damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk de hate pêşandan, paşê ser navê jinên di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk Sîfan Elî û endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Abdulhekîm Umer axivîn.

Axîveran diyar kirin ku armanca avakirina partiyê avakirina jiyana hevbeş û wekheviyê ye. Tê zanîn ku partî bi saya şehadetê û şehîd Şîlan hatiye avakirin, ji ber vê yekê îstixbarata dewleta Tirk û partiya Basê şehîd Şîlan û rêhevalên wê kirin armanc.

DIRBÊSIYÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiya ya kantona Hesekê bi orgenîzekirina Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li yarîgeha Dirbêsiya salvegera 15`mîn a Şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anîn.

 Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Edaled Umer axivî û têkoşer Şîlan û rêhevalên wê yên ku di oxira avakirina Partiya Yekîtiya Demokatîk de canê xwe feda kirine bi bîr anî û soza şopandina rêya wan da.  Edalet bal kişand ser ku kesên şehîd Şîlan û rêhevalên wê şehîd xistin, heman kesên ku Hevrîn Xelef û şeravana YPJ`ê Emara şehîd xistine.

 (jo-eh)

ANHA