‘Eger em nebin yek, dîrok rehmê li me nake’

Ebûd Mexso destnîşan kir ku divê yekîtiyên çandî yên rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo yekrêziya kurdî kedên mezin bidin û got: “Ger em refên xwe nekin yek, dîrok rehmê li me nake.`` 

‘Eger em nebin yek, dîrok rehmê li me nake’
30 mijdar, 2019   07:34
QAMIŞLO- SLAVA EBDULREHMAN – BASIL REŞÎD

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî herêma Efrînê dagir kir, di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de, bi bajahî û hewayî  êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Piştî êrişên dagirkeriyê dengê gelê Kurd ji bo yekrêziyê hate bilindkirin.

Rewşenbîr û hunermendên Kurd ên li bajarê Kolen ê Almaniya dimînin, bi armanca yekrêziya refên partiyên Kurd û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê, pêşxeriyek (mubadere) pêşkêş kir. Nivîskar, rewşenbîr û hunermendên Rojava ev pêşxeriya yekrêziyê ya hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li derveyî welat bilind nirxandin.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso li ser navê yekîtiyê mubadereya rewşenbîr û hunermendên Kurd berz nirxand û da xuyakirin ku gelê Kurd di van demên dawî de di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, ji ber wê yekê yekîtiya refên Kurd girîng e.

Ebûd Mexso destnîşan kir ku girînge yekîtiyên çandî yên rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo yekrêziya Kurd kedên mezin bidin û di vê qonaxa dîrokî de rola xwe pêk bînin û wiha got:`` Ger em refên xwe nekin yek dîrok rehmê nake.``

Mexso mubadereya yekrêziyê ya rewşenbîr û hunermendên Kurd ên li derveyî welat dimînin berz nirxand û got:`` Ev mubadereyekî pîroz e, li ser milê her rewşenbîr, nivîskar û hunermendekî erkekî mezin e, û di nêzikkirina nerînên partiyên siyasî û rêxisitnên civakî de roleke pêşeng dibînin.``

Mexso her wiha daxwaz ji tevahiya hunermend, rewşenbîr û gelê Kurd kir piştgiriya vê mubaderê bikin û bang li partiyên siyasî û hêzên Kurdî kir refên xwe bikin yek û wiha domand:`` Li dijî Rojava êrişên qirkirinê tên kirin, têkbirina Rojava yanî têkbirina Kurdistanê ye.``

(rr/bm)

ANHA