Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye

Koçberan diyar kirin ku tevî şert û mercên zehmet ên di kampê de û bêdengiya rêxistinên alîkariyan li hemberî koçberan, ewê li ber xwe bidin û li benda vegera herêma Serêkaniyê ya hatiye dagirkirin bimîn in û venagerin cihê dagirkerî û çete lê hebin.

Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye
Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye
Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye
Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye
Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye
Koçberên Waşokanî: Ji bilî Rêveberiya Xweser ti kes alîkariya me nekiriye
30 mijdar, 2019   07:58
HESEKÊ - NESRÎN ELÎ – HENAR ÎBRAHÎM

Bi sedan malbatên herêma Serêkaniyê jinên temen mezin jî neçarî koçberiyê bûn û li kampa Waşokanî ya 12 km dikeve rojavayê kantona Hesekê dimînin. Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cih û warên xwe terk kirin û berê xwe dane herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Gulistan Hemo ya 70 `ê salî  da zanîn ku di kampê de ti alîkarî yan destek ji rêxistinên navdewletî nadîtine û got ku tenê Rêveberiya Xweser alîkariyan ji wan re pêşkêş dike.

Gulistan û malbata xwe ku ji 10 kesan pêk tê, di nava koneke de dimînin,wiha got:`` Dema min nimêja esrê dikir topbaranê zêde kir, me nexwest ji Serêkaniyê derkevin, lê ji ber êrîş û sûcên çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk em koçberî gundên Til Temrê bûn, lê li wan gundan jî ji ber êrîşên çeteyan me berê xwe da kampa Waşokanî.``

Gulistan wiha domand:`` çeteyan mal û milkên me talan kirin, ez dixwazin zivistana zar di kampê de bimînin û nevegerim Serêkaniyê ku dagirkerî û çeteyên wê têde bin.``

Têkildarî pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve Gulistan ji ANHA`yê re got:``Rêveberiya Xweser kom ji mere peyda kirin û pêdiviyên rojane pêşkêş dikin, Heyva Sor a Kurd jî xizmetên tenduristiyê pêşkêşî kampê dike, lê rêxistinên navdewletî heta niha ti alîkarî pêşkêşî koçberan nekirine.``

Li ser hatina demsala zivistanê Gulistanê got:``Pêdiviya me bi sobe û cilên zivistanê heye, pêwîstiya zarokên malbatên me bi cilkên zivistanê hene, ewê rûbirûyê nexweşiyan bibin. Yek daxwaz me heye ew jî vegera Serêkaniyê ye û wek berê jiyaneka aram û bi ewle derbas bikin.``

Her wiha got:`` Em bang li hemû dewletên cîhanê dikin rewşa me di ber çavan re bigrin.``

Koçbera bi navê Qerîbe Ebdo ya ji Serêkaniyê jî got:`` Çeteyên dewleta Tirk mal û milkên me talan kirin, em dixwazin koçber bimînin û nevegerin nav wan.``

Qerîbe da zanîn ku:`` Rêxistinên alîkariyên mirovî ti xizmet pêşkêş nakirine, kanî mirovahiya wan?, bi şevê pir sare û pêdiviya me bi pêwîstiyên zivistanê heye.``

Qerîbe wiha domand:`` Hevjînê min nexweş û astengdare, nikare di kampê de jiyan bike, pêwîstiya wî bi kursiyê gerok heye, ji ber vê yekê me ew daniye gundekî heta ku jêre kursiyekî taybet peyda bikin.``

Qerîbe bang li rêxistinên mirovahiyê kir ji hevjînê wê re kursiyeke taybet ê gerok peydabikin da ku karibin veguhezînin kampê.

(rr/bm)

ANHA