Mijarên rojnameyên erebî - 30 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro behsa binketina komîteya destûrî, nakokiyên di navbera Fransa û Tirkiyê de her wiha teqînên ku li bajarên Ewropî, kir.

Mijarên rojnameyên erebî - 30 Mijdarê
30 mijdar, 2019   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: XEBATÊN KOMÎTEYA DESTÛRÎ YA SÛRÎ LI SER NAKOKIYAN BIDAWÎ BÛ

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir ji wan têkçûna "komîteya destûrî". Di vê der barê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Aliyên Sûrî ji rejîm, opozisyon û rêxistinênê civaka sivîl roja Înê der barê lihevkirina li ser lîsteya xebatên desteya biçûk a komîteya destûrî, bi binketin. Ji ber wê jî lidarxistina wê di roja dawî ji xebatan di beşa duyemîn li Genev, têk çû."

Şandeya rejîmê ji navenda NY`yê ya li Geneve di destpêkê de derket û paşê şandeyên din jî derketin. Bêyî ku erêkirina komîteya destûrî ya desteya biçûk ku ji 45 endaman pêk tê. 

Heta niha dema nû ya gera komîteyê ku berê di 16`ê Kanûnê de diyar kiribû, nehatiye diyarkirin.

ŞERIQ EL-EWSET: NAKOKÎ DI NAVBERA TIRKIYÊ – FRANSA BERIYA LÛTKEYA 4`EMÎN LI LONDONÊ

Rojnameya Şeriq El-Ewset wiha nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan êrişî Serokê Fransya Emmanuel Macron kir. Her wiha got ew di rewşeke “Mirina di aliyê mejî de ye". Ev yek bersivdayîna rexneyên wî li ser operasyona "Kaniya aştiyê" ya leşkerî li Bakur Rojhilatê Sûriyê ye."

Di têkiliyên Tirkî – Fransî nakokî hene. Ji ber dozên ku dixwazin Tirkiyê ji NATO`yê  derxin her wiha nerazîbûna wê der barê tevlîbûna Tirkiyê ji YE`yê û nakokiyên der barê dozên qirkirina ermeniyan di sala 1915`an, piştgiriya kurdan û herî dawî jî neqebûlkirina Fransa ji operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî şervanên Kurd li Bakur Rojhilatê Sûriyê.

Duh Macron redkirina xwe der barê "ferza" dewleta Tirk a êrişên li dijî Bakurê Sûriyê nû kir û piştrast kir ku wê xebata Koalîsyona Navdewletî ya li dijî Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst asteng kir û gefan li hevalbendan dixwe.

Di meha borî de, Macron Berdevka QSD’ê Cihan Ehmed pêşwaz kir.

ÎMARAT EL-YEWM: SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ ÎSTÎFAYA XWE JI PARLAMENTOYÊ RE RAGIHAND

Der barê Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yewm wiha nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî israra îstîfaya xwe piştî vexwendnameya Lêvegera Şîî ya Bilind a Iraqê Ayetullah Elî El-Sîstanî ya di xitbeya nimêja înê ya duh de, ragihand. Di nimêja înê de El-Sîstanî anî ziman ku divê Meclisa Parlamenterên Iraqê baweriyê ji hikumetê piştî rojek ji xwepêşandanên 2 mehan ên bênavber ku tê de zêde xwîn hatiye rijandin, bikişîne."

EL-EREB: DAVUTOĞLU AMADEKARIYA RAGIHANDINA PARTIYA XWE BERIYA DAWIYA SALÊ DIKE

Der heqê rewşa Tirk de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dostên kevn, astengiya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan piştî ragihandina 2 dosên wê yên payebilind li dawiya salê ya soza avakirina partiyên xwe, zêde kir. Li ser rêça Elî Babacan, cîgirê Serokwezîr û wezîrê Aboriya yê berê Ahmet Davutoğlu kesayetê girîng û bandor ê di damezrandina AKP’ê li Tirkiyê ragihand ku amade ye partiya nû damezrîne."

Çavkaniyekî înê got ku Ahmet Davutoğlu serokwezîrê Tirkiyê yê berê yê ku di demeke berê de hevalbendê herî nêz ê Erdogan bû, dê partiyeke nû di çend hefteyên pêş de ragihîne.

Çavkaniyê ku beşdarî damezrandina partiyê dibe ji ajansa Reutersê re wiha got: "Tê texmînkirin ku partiya nû ya ku Ahmet Davutoğlu ava dike, daxwazekê ji Wezareta Hundirîn re pêşkêş bike û dê fermî di çend hefteyên pêş de partiyê damezrîne."

Lê belê analîzvanên siyasî yên Tirkiyê gotin ku bandora mezin dê li ser Erdogan be ku rûdana pêşkbirkvanên girîng di hilbijartinên pêş de qebûl nake. Bi taybet jî ji dostên kevn ên ku keda wan di avakirina kesayeta serokkomarê Tirkiyê û partiya wî de hebû.

ŞERIQ EL-EWSET:TERORÎSTAN LI LONDONÊ Û LAHEY ÊRIŞ PÊK ANÎN

Rojnameya Şeriq El-Ewset têkildarî mijarê wiha nivîsand: “Duh li London û Lahey terorîstan êriş pêk anîn û di encamê de qurbanî çêbû, rêbazên êrişên terorîstan wekî kesên ku piştgiriya DAIŞ`ê dikin.”

Terorîstan êrişî herêma Cisr Londonê  ya di navenda Birîtaniya kirin û polîsan zilamekî ku kembera teqemeniyan li xwe pêçabû qetil kirin, her wiha hejmarek kes jî birîndar bûn.

Di milekî din de duh bi şev polîsên Holenda ragihandin ku li kolana bazirganiyê ya ku li Lahey kolaneke sereke ye, gelek kes birîdar bûn û diyar kirin ku li kesekî temenê wî di navbera 45 û 50 de digerin.

(ekîp)