Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî wê îstîfaya xwe pêşkêşî parlementoyê bike

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand wê îstîfaya xwe pêşkêşî parlementoyê bik.

Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî wê îstîfaya xwe pêşkêşî parlementoyê bike
29 mijdar, 2019   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî xwepêşandana ku li welat bi mehan e dom dike û kuştina 400 kesî û şûnde, ragihand ku wê îstîfaya xwe pêşkêşî parlementoyê bike.

Li gorî nûçeya ajansa Sumerîa ya Iraqê, Adil Ebdulmehdî têkildarî mijarê peyamek belav kiriye û diyar kiriye ku ew ê nameya îstîfaya ji serokwezaretiyê bişîne parlamentoyê. Lê nehat diyarkirin ku dê name kengî bê şandin.

Piştî daxuyaniya serokwezîr û şûnde, li Qada Tehrîr a Bexdayê girseya ku çalakî dikirin, xwepêşandanên kêfxweşiyê destpê kirin.