Li “herêma bêçek” amadekariyên êrişên nû yên rejîmê

Balafirên şer ên rejîmê vê sibehê li dijî bejahiyên Hema û Laziqiyê yên li “herêma bêçek” bi hewldana pêşketinê piştî agahiyên li ser amadekariyên leşkerî yên mezin ên êrişkirina muhtemel li ser bejahiyên başûrê Idlibê, derbe pêk anîn.

Li “herêma bêçek” amadekariyên êrişên nû yên rejîmê
29 mijdar, 2019   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûriyê vê sibehê derbeyên dijwar li deverên Sermaniyê yên Sehil El-Xab ên rojavayê Hemayê û deverên li derdora Kebanê ya Çiyayê El-Ekrad ê li bejahiya bakurê Laziqiyê dan.

Li gel bombebarana bênavber şerê dijwar li derdora Kebanê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de bi piştevaniya Rûsyayê pêk hat, ew jî bi hewldana pêşketina nû ya dawîn li herêmê bi alîkariya bejahî ya xurt çêbû.

Li gorî navendê, di encama rûdana şer de kuştî û birîndar ji her du aliyan û nexasim hêzên rejîmê, çêbûn.

Di vê çarçoveyê de komên çete bi şêweyekî dijwar herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê li eniyên şer ên rojhilat û başûrê rojhilatê bajarê Idlibê de, topbaran kirin.

Çavkaniyên herêmî ji hêzên rejîmê ji ajansa Spûtnîkê re wiha daxuyand: "Artêşa Sûriyê amadekariyên leşkerî yên din li derdora bejahiyên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê ji alavên leşkerî û çekên cur bi cur pêk anîn û dê di dema guncaw de bi kar bînin."

Çavkanî wiha pê de çû: "Di van çend rojên dawîn de amadekariyên leşkerî di çarçoveya temamkirina artêşa Sûriyê ya êrişên leşkerî li derdora bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê de, pêk hatin û diyar kir ku gumana berfirehkirina êrişên leşker a mezin li başûrê Idlibê heye."

Li herêmên qaşo bêçek şerê dijwar di çend rojên borî de tevî agirbesta bi sponseriya Rûsya û Tirkiyê rû da. Her wiha jî diyar e ku ev bilindbûna asta pêşketinê bandora civînên qaşo komîteya destûrê tê de heye û ew jî bi sedema nakokiyên di navbera şandeyên rejîm û ya girêdayî dewleta Tirkiyê de ye.

(fr)