Plana Îsraîlê ya li dijî Îranê li Sûriyê: Bergiriyeke leşkerî ku divê neyê derengxistin

Wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê planeke nû ya dan û standina li dijî hêzên Îranê yên li Sûriyê û derxistina wê bi rêya pêkanîna êrişên bênavber û birêxistinkirî li gel fersendgirtina ji rûdanên li Îranê ji aloziyên hundirîn û derve, danî.

Plana Îsraîlê ya li dijî Îranê li Sûriyê: Bergiriyeke leşkerî ku divê neyê derengxistin
29 mijdar, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê gotarek li ser axaftina wezîrê ewlehî yê Îsraîlê yê nû Naftali Bennett weşand. Gotar li ser çalakiya artêşa Îsraîlê ya li dijî bicihkirina hêzên Îranê li Sûriyê ye ku armanca wê ji berê de tê zanîn.

Li gorî rojnameyê, çalakiya Îsraîlê tenê heta niha li ser tevgerên dem bi dem e da ku geşkirina hêza Îranê sînordar bike û her wiha da ku veguhastina çekên pêşketî ji Îranê bi rêya Sûriyê û Iraqê ber bi Lubnanê ve neçin, bê qedexekirin.

Lê belê niha Naftali Bennett di nîqaşên girtî li gel Desteya Erkanê ya Artêşa Îsraîlê de li ser siyaseta nû axivî ku êrişên bênavber û birêxistinkirî li dijî hêzên Îranê yên li Sûriyê bi armanca derxistina wan ji Sûriyê li gel derfetên niha ku li Îranê rû didin. Di heman demê de jî Hizbullah li Lubnanê ku hevalbenda Îranê ye, di heman rewşa krîzê de ye û bi wê re jî îhtîmalên destwerdanê di navbera Îran û Îsraîlê de li Sûriyê pêk tên, kêm in.

Naftali Bennett bi bîr xist ku divê welatê wan çewtiyên borî dema ku hişt Hizbullah beriya 25 salan roketan li nêzî sînorê Îsraîl-Lubanê belav bike û bi wê re jî îro li gel wê 140 hezar roket hene, dubare neke. Dirûşma Naftali Bennett, divê bergiriya leşkerî ya êrişkar û li kêlekê jî zêdekirina cezayên aborî û fişarên siyasî li dijî Îranê, pêk werin û wiha îşaret pê kir: "Dema guncaw a pêkanînê tenê niha û niha ye. Divê mijar neyê derengxistin û şanseke zêrîn a pêkanîna bergiriyên siyasî û êrişê li dijî Îranê li Sûriyê ye."

Naftali Bennett anî ziman ku çi qas hejmara kuştiyên Îranê li Sûriyê zêde bûn, bi wê re jî fişar li dijî Tehranê zêde dibe ku hêzên xwe ji wir vekişîne.

Di domana axaftina xwe de Naftali Bennett diyar kir ku tenê nameyeke tûj û diyar a Îsraîlê ji Îranê re heye û wiha ye: "Tu tişt li gel we nîn e ku tiştkî li Sûriyê bikin. Tu sedemên ji hêzên leşkerî yên Îranê re der barê mayîna li nêzî sînorê Îsraîlê tune ne û siyaseta Îsraîlê nahêle ev pêk were."

Bennett piştrast kir ku heke tevgereke Îsraîlê ya niha ya derxistina Îranê ji Sûriyê pêk neyê, dê xetere û êrişên zêde bi demê re zêde bibin û vebijêrkên leşkerî yên Îsraîlê bên kelepçekirin.

Wezîrê ewlekariyê yê Îsraîlê yê nû piştrast kir ku dewletên mezin dê ji berdêla Îsraîlê vê xebatê nekin, her wiha di rewşa heyî de, ne pêkan e ku di vê derbarê de mirov xwe bispêre tevgerên Amerîka û Rûsyayê.

Ev siyaset xetereya rûbirûbûna şerê bi Îranê re çêdike, di gel ku muhtemel e ji aliyê xwe ve bertekeke tund an bi moşekan an jî bi moşekên Kalbêr li dijî Îsraîlê jî bide.

Lê belê Naftali Bennett got ji welatekî zêdetirî hezar û 300 mîlan dûrî wan e, îhtîmala pêkanîna vê yekê zêde lawaz e û hincetên metirsiya welatiyên Îsraîlê tune ne, lê belê endamê Kinişta Îsraîlê, wezîr Yoav Galant ê ji partiya Likud got Îran ji Îsraîlê pêşketîtir e, ji ber ku ne zêde ne dûrî eniya hundirîn a Îsraîlê ye, di heman demê li Lubnan, Sûriye û Xezayê hene, lê belê Îsraîl zêdetirî hezar mîlan dûrî eniya hundirîn a Îranê ye.

Naftali Bennett diyar kir ku tê payîn di li Sûriyê şer di navbera Îsraîlê û Îranê de rû bide û li gorî artêşa Îsraîlê di rewşên baştir de dê rû bide.

Çavkaniyên Îsraîlê diyar kir ku pêkanîna siyaseta Bennett a nû ji aliyê serokê hikumetê Benjamin Netanyahu û endamên kabîneyê, her wiha bi berdewamiya erka xwe ve berdewam dibe, di heman demê de hilbijartinên 3`mîn li ber deriyê duyemîn in û ya sêyemîn jî hebûna hikumeteke demkî ya li Îsraîlê ku ne mafdar e biryarên çarenûsî ragihîne ye.

(fr-eh)