Hikumeta demkî ya Sûdanê partiya Omer El-Beşîr rakir

Hikumeta demkî ya Sûdanê qanûnek têkildarî rakirina ‘Partiya Kongreya Neteweyî’ ku ji aliyê Omer El-Beşîr ve dihat birêvebirin, pejirand. Her wiha qanûna sîstema giştî ku di serdema El-Beşîr de dihat bikaranîn jî hate rakirin.

Hikumeta demkî ya Sûdanê partiya Omer El-Beşîr rakir
29 mijdar, 2019   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Omer El-Beşîr li gorî qanûna ku di civîna hevbeş a Meclisa Rêveberiya Demkî û Meclisa Wezîran de hate qebûlkirin, hat rakirin.

Serokwezîrê demkî Ebdellah Hemdok li ser hesabê xwe yê Twetterê wiha got: "Qanûna belavkirina pergalê ne qanûneke tolhildanê ye, ew ji bo parastina rûmeta vî gelî ye piştî ku desthilatdaran derbe li wan xistin û bi mal û mîrasên wan lîst."

Hemok wiha domand: "Ev qanûn ji bo vegerandina mal û milkên gel e."

Li gorî qanûnê, partî ji statuya partiyan û rêxistinên siyasî li Sûdanê tê rakirin. Her wiha wezîrê dadê ya Sûdanê Nesirdîn Ebdilbarî ragihand ku duh Xertûmê qanûna sîstema giştî ya birêxistinkirina cilên jinan û dan û standina giştî ku di serdema serokê berê Omer El-Beşîr de dihatin bikaranîn, rakirin.

El-Beşîr û partiya wî ‘Partiya Kongreya Neteweyî’ Sûdan 30 salan bi rê ve bir.

(jo)