HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin ku di çalakiyên tolhildanê de, 5 çete hatin kuştin.

HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 5 çete hatin kuştin
26 mijdar, 2019   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê didomînin.

Di dîroka 25`ê Mijdarê de hêzên me li gundê Tuweys yê bi ser herêma Marê çeper û baragehên girêdayî çeteyên koma bi navê Lîwa Waqqas bi çalakiyek şêwazê sizme kirin hedef. Di encama şer qewimî de seyareyk hat rûxandin, 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin û 6 ji wan birîndar bûn. Her wiha 4 çekên AK-47, 1 BKC, 1 termal û 2 cîhaz ket destê hêzên me.

Di heman dîrokê de li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şera artêşa Tirk a dagirker hewl dan êrîşek bidin destpê kirin. Di encama pêvçûnên ku qewimîn de hewl dan vala hat derxistin.

Di heman demê de piştî çalakiyan artêşa Tirk a dagirker gundê Merenaz  yê bi ser navçeya Şera topbaran kirin.”

(kc)