Senatorê Amerîkayê: Divê Pempeo li hember Tirkiyê der barê sûcên li dijî Kurdan de bisekine

Senatorê Amerîkayê Chris Van Hollen piştrast kir ku dewleta Tirk xetên sor derbas kiriye, dema ku dest bi testkirina radarên pergalên moşekên S-400’an kir ku li dijî balafiran ku ji Rûsyayê kirine û banga cezakirina Tirkiyê kir.

Senatorê Amerîkayê: Divê Pempeo li hember Tirkiyê der barê sûcên li dijî Kurdan de bisekine
26 mijdar, 2019   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Amerîkayê Chris Van Hollen li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Piştî 2 hefteyan ji serdana ji Koşka Spî re, xuya dike ku Erdogan rêzdariyê ji Trump, DYA û NATO’yê re nagire û xetên sor der heqê kirîna S-400’an de derbas kiriye."

Senator wiha lê zêde kir: "Li gorî qanûna Amerîkayê, divê Trump cezayan li dijî dewleta Tirk ferz bike. Her wiha jî divê Pempeo jî li hember dewleta Tirk der barê binpêkirina dawîn a qaşo herêma ewle û êrişa li dijî Kurdên li wir de jî bisekine."

(fr)