Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî

Hejmareke nû ji koçberên gundewarên Serêkaniyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin, gihîştin Kampa Waşokanî. Bi vê yekê hejmara koçberên kampê gihîşt 2044’an.

Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
Hejmareke nû ya koçberan gihîşt Kampê Waşokanî
26 mijdar, 2019   10:27
HESEKÊ

Koçberiya bi hezaran şêniyên gund û bajarokên Serêkaniyê ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li ser sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî, hîna berdewam dike.

Li gorî raporeke Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî, ji ber şer 478 sivîl şehîd bûne û 1070 sivîl jî birîndar bûne. Bi hezaran koçber li bajarê ku ewlehî lê serwer e wekî bajarê Hesekê, hatin pêşwazîkirin. Her wiha Kampa Waşokanî ya 12 km li rojavayê Hesekê dikeve, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat vekirin.

Hejmareke din ji koçberên gundên navçeya Zirganê ya li başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê, gihîştin kampê. Bi vê yekê hejmara malbatên ku li kampê dimînin piştî ku beriya 2 rojan 300 bû, gihîşt 437 malbatî. Bi giştî niha li kampê 2044 koçber hene.

Piştî ku koçber gihîştin kampê, noqteya tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a li kampê, derman û pêdiviyên sereke ji koçberan re pêşkêş kirin.

ANHA