Di topbarana dijwar de li dora Eyn Îsayê 3 sivîl birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi dijwarî êrişî bajarokê Eyn Îsayê ji aliyê rojava  dikin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Her wiha ambulansek girêdayî Rêxistina Free Borma Rangers a amerîkî dema diçû ji bo ku birîndaran xilas bikin, kir hedef.

Di topbarana dijwar de li dora Eyn Îsayê 3 sivîl birîndar bû
23 mijdar, 2019   14:43
EYN ÎSA

Di van kêliyan de êriş li dora bajarokê Eyn Îsayê dijwar dibin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi moşek û topan dora Eyn Îsayê ji aliyê rojava ve topbaran dikin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Dema ambulansa girêdayî Rêxistina Free Borma Rangers a amerîkî diçûn ji bo ku birîndarên ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine topbarankirin xilas bikin, hate hedefgirtin.

Topbaran û êriş bi dijwarî li dorên Eyn Îsayê berdewam e.

(şx)

ANHA