Binpêkirin û sûcên li dijî mafê jinan mijara sereke a forumê ne

Mijara yekemîn a foruma diyalogê ya der barê binpêkirin û sûcên ku artêşa dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk anîne, bû.

Binpêkirin û sûcên li dijî mafê jinan mijara sereke a forumê ne
23 mijdar, 2019   14:48
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên roja yekemîn a Roja Cîhanê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a 25’ê Mijdarê bi diruşma "Dagirkerî Tundî ye, Bi berxwedana Hevrîn dê faşîstê têk bibin" de, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê forumeke diyalogê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi diruşma "Bêdengiya wê me dikuje" li dar xist.

Xebatên foruma diyalogê yên ku vê sibehê çalakiyên xwe li Hola Zana bi nîqaşkirina mijara yekemîn ku mijara mirovî ye li dar xistine, berdewam e.

Mijara nîqaşê ya yekemîn hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Cizîrê Evîn Cuma, hevseroka Buroya Kar û Barên Rêveberî ya Meclisa Rêveberiyê ya Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê Welîda Hesen û hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah, dest pê kir.

Naveroka mijara yekemîn der barê binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi mafên jinan li gor serjimariya ku Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kiriye bû û wiha ye:

-Windakirina 40 jin û birîndarbûna zêdetirî 100 jinên dîtir û bi wê re jî astengdariya mayînde çêbûn.

 -60 jin di tecawîzkirinê re derbas bûn û her wiha jî hezar jin bi destê komên çete ku di bin fermana artêşa dewleta Tirk de dixebitin, hatin revandin. Ev tevahî serjimarî bi nav û dîrokan hatine belgekirin. Ev jî tenê ji sedî 30 ji binpêkirinên ku li erdê pêk hatine. Lê yên dibin jî bi sedema çembera ewlehî ku komên çete ferz kirine nikarin xwe bigihînin wan.

-Koçberkirina bizorê ji zêdetirî ji sedî 80 ji şêniyên Efrînê yên resen ku niha li kampên Şehba û deverên dîtir in.

Bi berdewama projeya dewleta Tirk a dagirkirina zêde ya erdnîgariya Sûriyê, di 09.10.2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi hemû cureyên çekan êriş pêk anîn. Bi wê re jî pêla koçberiya mezin ji zêdetirî 300 hezar şênî ji Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê çêbû û ber bi herêmên derdor ve koçber bûn. Lê di wan herêmên ku şênî koçberî wan bûne de, di bingeh de koçber û penaberên Iraq, Sûriyê û bi hezaran malbatên DAIŞ’ê di kampan de hene û ev jî karaseteke mirovî ye.

Hejmara zarokên ku bi xwe re nebirine hatin belgekirin 29 zarok in û yên ji malbatên xwe qut in 15 zarok in li navenda Hesekê hatin belgekirin.

Ji destpêka dagirkeriyê binpêkirinên artêşa Tirk derheqê sivîlan taybet zarokan û hedefgirtina dibistanan bi awayekî rast e rast li herêmên Cizîrê û Firatê pêk hat, 20 dibistan tenê li Serêkaniyê hatin rûxandin, her wiha 111 dibsitan bûn navendên bicihkirina koçberan, di encamê de 810 dibistanê ji ber êrişan û koçberiya şêniyan rawestiyan, bi vê yekê perwerde rawestiya, ku 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm bûn û 5 hezar  û 224 mamoste ji perwerdeyê qut bûn.

Her wiha artêşa Tirkiyê bê serûber navendên mirovî û tenduristiyê bombebaran kir, li gorî qanûna navneteweyî mirovî armancên sivîl in, ku erebeya ambulansê bi awayekî rast e rast hate hedef girtin, her wiha tîmên tenduristiyê ji Heyva Sor a Kurd hatin revandin.

Dewleta Tirk û komên wê yên çete herçar hevpeymanên Cinêv û Protokola wê binpê kirin, her wiha qanûna navneteweyî mirovî ya jiyana sivîlan di şer de bi rêya lîstina bi cenazeyên jinan binpê kir, li Efrînê bi cenazeyê şervan Barîn Kobanê û li gundê Çelebiyê ya girêdayî Kobanê Ezîze Celal a bi navê Amara Zagros lîstin, her wiha komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê şervana bi navê Çîçek Kobanê ku di şer de birîndar bû dîl girtin, artêşa niştîmanî ku desteka xwe ji Tirkiyê digre di 12`ê Mijdarê siyasetmedar Hevrîn Xelef qetil kirin.

Her wiha balafirên Tirkiyê karwanê sivîlan ku ber bi bajarê Serêkaniyê ve ji bo derxistina sivîl û birîndar kir armanca xwe û di encamê de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da di nav de dayîka Eqîde û 70 kes birîndar bûn.

Komxebata didome.

ANHA

(fr-jo)