Ciwanên Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li dar xit

Bi dirûşmeya `Ritm ji birînên bakur re` Meclisa Ciwanan a Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk li dar xist.

Ciwanên Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li dar xit
Ciwanên Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li dar xit
Ciwanên Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li dar xit
Ciwanên Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li dar xit
Ciwanên Reqayê çalakiyek hunerî girêdayî Berxwedana Rûmetê li dar xit
23 mijdar, 2019   14:13
REQA

Çalakî li Navenda Çandî ya bajarê Reqayê bi tevlibûna bi dehan helbestvan, wêjevan û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û ciwanên Reqayê li dar ket.

Di çalakiyê de helbestên girêdayî Berxwedana Rûmetê li dijî dagirkeriya Tirk vegotin.

Her wiha ciwanan şanoyek girêdayî berxwedana gel û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêşendan.

Çalakî bi pêşkêşkirina koma Çanda Reqayê berhema xwe bi dawî bû. Berhemê dîroka Reqayê û çanda wê ya ku piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê winda bûye diyar kir.

(şx)

ANHA