Hevserokê maleke gel a Tebqayê qetil kirin

vê sibehê kesên nenas hevserokê Mala Gel a taxa El-Buhêyrayê ya bajarê Tebqayê Abdullah Ehmed El-Sayil bi demançeya bêdeng kuşt.

Hevserokê maleke gel a Tebqayê qetil kirin
17 mijdar, 2019   12:36
TEBQA

Li gor bijîşkê edlî yê ku venêrîna cenaze kiriye, sedema mirinê, bi guleyê ye ku li serî ketiye. Her wiha jî Saziya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî û aliyên ewlehiyê yên pêwendîdar der barê bûyerê de lêpirsîn, komkirina belgeyan û bersiva şahidan dikin.

kesên nenas di van demên dawîn de piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîf bûn. Ew jî bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kesên nenas ya reva wan ji girtîgehan re û belavbûna wan li piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(fr)

ANHA